Fermandarê MLKP’ê Dilşêr Rênas li Neu-Ulmê hat bibîranîn
Yek ji fermandarên MLKP’ê Dilşêr Rênas (Zafer Aydin) li bajarê Neu-Ulm ê başûrê Elmanyayê bi çalakiyekî hat bîranîn.
Yek ji fermandarên MLKP’ê Dilşêr Rênas (Zafer Aydin) li bajarê Neu-Ulm ê başûrê Elmanyayê bi çalakiyekî hat bîranîn.
Li bajarê Neu-Ulm ê Elmanyayê ji bo yek ji fermandarên MLKP’ê Dilşêr Rênas (Zafer Aydin) ku li Rojava şehîd bû, çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Çalakî di şexsê Dilşêr Rênas de ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadî, şoreş û sosyalîzmê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di axaftina li ser navê MLKP’ê de jiyana Dilşêr Rênas hate vegotin û hate bibîrxistin ku Rênas weke femandar û şoreşgerekî ciwan ê ji Behra Reş di parastina Şoreşa Rojava de cih girt. Di berdewamiya axaftinê de hate gotin ku Dilşêr Rênas bûye rênîşanderê komunîstên ciwan û bêdudilî li dijî kapîtalîzmê şer kiriye.
Çalakî bi banga bilindkirina têkoşînê ya li dijî emperyalîzm û kapîtalîzmê bi dawî bû.