FEDA: Berpirsên komkujiya Şengalê divê werin darizandin

FEDA'yê têkilî salvegera 5'an a Komkujiya Şengalê daxuyanî da û got, ''Ên ku ji komkujiya Şengalê berpirs, nasname û rayeya wan çi jî be divê werin darizandin.''

Federasyoan Elewiyan a Demokratîk (FEDA), têkilî Qirkirina Şengalê daxuyaniyeke niviskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin zilma  ku li Şengalê li jin û zarokan hatî kirin, Kerbelaya serdema modern e. FEDA'yê her wiha li dijî qirkirinê banga têkoşîna hevpar kir.

FEDA'yê di daxuyania xwe de got, nasname û rayeya wan çi dibe bila bibe kesên ku di komkujiyê de berpirs divê werin darizandin. Her wiha hate gotin di salvegera 5'an a qirkirinê de civaka navnetewî bi fermî divê qirkirinê nas bike, bang li şoreşger, demokrat, rewşenbîr û alîgirê mezlûman hate kirin ku tevlî çalakî û bernameyên ji bo birîranîna Şengalê bibin.

Bi berdewamî hate gotin qirkirina Şengalê di nav xwe de qirkirina jinan jî vedihewîne û hate diyarkirin, ''Em FEDA, di salvegera 5'an a qirkirina Şengalê de, em zilma der mirovî ya li jinên Kurd ên Êzîdî hatî kirin, ti tundî şermezar dikin, li gel hêlên xwe yên hevpar ên dîrokî yên bi civaka Êzîdî re, em dubar dikin ku li  dijî hişmendiya neheq em di nav yekîtiya têkoşînê de ne.''

DIVÊ DEMILDEST JINÊN ÊZÎDÎ YÊN KU HATINE REVANDIN WERIN RIZGARKIRIN

FEDA'yê jin û zarokên Êzîdî yên ku hê jî winda ne bi bîr xist û got, ''Li gel ku 5 sal derbas bûne jî, aqûbeta bi hezaran jinên ku li Şengalê hatine revandin nayê zanîn, agahî ji wan nayê standin û azad nebûne, ev ji bo hemû mirovahiya cîhanê cihê şermê û deqeke reş e. Hêzên navnetewî û herêmî ku dibêjin ew li dijî çeteyên DAÎŞ'ê têdikoşin, ji bo ku vê şermê ji ser xwe bavêjin, divê demildest ji bo jinên Kurd ên Êzîdî yên ku hatine revandin, rizgar bikin divê seferber bibin.''

Her wiha hate gotin qirkirina Êzîdiyan berdewama Qirkirina 38'an a Dersimê û Qirkirina Ermenan e û hate gotin ne bi tesadûfî Şengal û civaka Êzîdî hatiye hilbijartin.