FEDA: AKP ku kujerên Madimakê parast hevkarê sûc e

FEDA’yê diyar kir ku efûkirina Ahmet Tûran ku yek ji kujerên Qetlîama Sêwasê ye ji aliyê AKP’ê ve dide nîşandan ku AKP hevkarê sûc e û biryar gefa li dijî Elewiyan e.

Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) têkildarî efûkirina Ahmet Tûran ku yej ji kujerên Qetlîama Sêwasê ye, îro daxuyaniyek nivîskî da. FEDA AKP ku kujerên Madimakê diparêze weke hevkarê sûc binav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Yên bîat nekin, mûxalifên ku ji ber xebatên siyasî kirine bi hincetên cûda li girtîgehan rehîn tên girtin û bi dehan tabûtan radestî malbatan dikin Serokkomarê AKP’yî ku efrûyê tune dihesibîne li pêş çavên hemû mirovatiyê kujerekî efû dike û nezîkatiya xwe ya li dijî civaka Ewleî bi vekirî û diyar derxistiye holê.

Ev rewş dide nîşandan ku civaka me çawa li dijî metirsiyeke mezin re rû bir rû ye.”