FCDK-KAWA banga tevlîbûna Newroza li Frankfûrtê kir

Rêxistina sîwana Navendên Civaka Kurd a Demokratîk a li Hessen-Saarland’ê FCDK-KAWA banga tevlîbûna Newroza li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê kir ku roja 23’yê Adarê wê were lidarxistin.

LI FRANKFÛRTÊ ŞAHIYA NEWROZÊ

FCDK-KAWA bi sernavê “Di sala 30’an a şehadeta Ronahî û Bêrîvan de em Newrozê veguherînin Newroza Azadiyê! Em pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî bi ser bixînin!” daxuyaniyek nivîskî weşand û xwest ku her kes beşdarî şahiya Newrozê bibe.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin: “Îsal Divê em Newroza ku em ê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê lidar bixin, ji bo bi ser xistina pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ veguherînin serhildaneke topyekûn û li dijî tecrîdê hêrsa xwe raber bikin. Divê em bi ruhê Mazlûm û Rahşanan Newrozê veguherînin serhildanê.

Di salvegera 30’emîn a şehadeta Ronahî û Bêrîvanê de em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku Newrozê veguherînin Newroza Azadiyê.”

Şahiya Newroza navendî ya sala 2024’an, wê li Parka Rebstock a li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê were lidarxistin. Şahî wê di saet 10’an de destpê bike.