Faysal Sariyildiz ê parlamenterê berê yê Şirnexê ji gelê Botanê xwest ku xwe tenezilî nêzîkatiyên qels nekin û got: ‘‘Jixwe ev gotina min ne ji bo ji sedî 80 û 90’î gelê Botanê ye. Gelê Botanê xwedî feraseteke mezin e û di rêya azadiyê de bedêlên gelek mezin dane. Beşeke pir biçûk a ji gelê me bi tiştên biçûk tê xapandin. Ev gotin û xwesteka min ji wan re ye. Hewce ye em êdî em tenezilî van tiştên biçûk nekin û hewce ye em di van hilbijartinan de serkeftinê bidestbixin.’’
Faysal Sariyildiz ê parlamenterê berê yê Şirnexê ji ANF’ê re axivî û ev yek anî ziman:
HEWCE YE EM PEYAMA ‘HÛN Ê BI SER NEKEVIN’ BIDIN
Ji bo ku êdî pergala dagirker dev ji wan rê û rêbazên hov û qirêj berde, em dixwazin ku di van hilbijartinên xwecihî de helwesteka pir baş nîşan bidin. Heta niha pergala qirêj bi rêya qeyûman şaredariyên me desteser dikirin; Lê belê a niha bi rêyên cudatir dixwazin şaredariyên me bi dest bixin û bibêjin; ‘Vaye em bi ser ketin. Hewce ye em jî peyama; ‘Hûn çi jî bikin, nikarin ser bikevin! Heya ku hûn me û welatê me nas nekin hûn rehet nabin!’ bidin.
BI TIŞTÊN BIÇÛK NEXAPIN
Ji ber vê yekê bi taybetî jî li navenda Şirnexê û hemû navçeyên wê hewce ye em ser bikevin. Hewce ye em şaredariyên xwe yên ku heta niha bi deq û dolaban û rê û rêbazên qirêj ji me standin, ji wan bistînin. Ji ber vê yekê jî hewce ye gelê Botanê bi tiştên biçûk nexape. Jixwe ev gotina min ne ji bo ji sedî 80 û 90’î gelê Botanê ye. Gelê Botanê xwedî feraseteke mezin e û di rêya azadiyê de bedêlên gelek mezin dane. Beşeke pir biçûk a ji gelê me bi tiştên biçûk tê xapandin. Ev gotin û xwesteka min ji wan re ye. Hewce ye em êdî em tenezilî van tiştên biçûk nekin û hewce ye em di van hilbijartinan de serkeftinê bidestbixin.
TEQEZ HERIN Û DENGÊ XWE BIDIN
Hewce ye em hemû şaredariyên xwe ji nû ve bi dest bixin. Ji ber vê yekê ev banga min bi taybetî ji ciwanan re ye: Di hilbijartinên xwecihî de beşeke mezin a ciwanên me li derveyî Botanê dijîn. Xwendekar be, şofêrên ku diçin Iraqê be; Her kî dibe bila bibe, hewce ye here Botanê û dengê xwe bide. Ger em vê yekê nekin, pergala qirêj wê her cûre êrîş û polîtîkayên xwe yên hov û neqanûnî li ser me bidomîne. Ez ji Kurdistanê dûr im lê belê vê bangê bi dilekî germ li we dikim. Ez ji niha ve serkeftina gelê Botanê pîroz dikim. Ez bi rêz û hurmet kesên ku di van hilbijartinan de dixebitin, silav dikim.