Faşîstan li Bremenê êriş birin ser ofîsa Partiya Çep

Li bajarê Bremenê yê Elmanyayê, faşîstan êriş birin ser ofîsa Partiya Çep.

Ofîsa Partiya Çep a li Neûstadtê bû hedefa êrişeke nû. Berdevkê partiyê ragihand ku kesên nenas peyamên gefxwarinê û sembolên faşîzma Hîtler li ofîsa wan a li Bûntentorsteînwegê nivîsandin.

Faşîstan di peyama xwe de ya li ser textekî nivîsîn Yahûdî kirin hedef. Faşîstan peyamên bi nivîsa "88" ku sembola Hîtler e nivîsîn.

Piştî ku rêveberiya Partiya Çep gilî kir, polîsên Bremenê dest bi lêpirsînê kirin.

Ofîsa Partiya Çep a li Neûstdatê cara duyemîn de dibe hedefa êriş û gefan.

Partiya Çep, ji bo bersivê bide gefên faşîst wê roja Înê li navenda bajarê Bremenê mîtîngekê pêk bîne.