Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” di 10’ê Cotmeha 2023’an de hatibû destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de wê di 17’ê Sibata 2024’an de li bajarê Kolnê yê Elmanyayê meşeke navendî bê lidarxistin.
Di çarçoveya amadekariyên meşê de li Bremenê civîn û serdana esnafan hatin kirin, li qehwexaneyan propagandaya meşê hat kirin û jinan banga beşdarbûna meşê kirin.
LI BRATÎ E.V CIVÎNA GEL HAT LIDARXISTIN
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bratî e. V Bremenê bi beşdariya parlamenterê berê yê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari civîna gel hate lidarxistin. Di civînê de Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çawa pêş ket, armanc û hedefên wê çi bûn, hatin nîqaşkirin. Di civîna gel de azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, pêwîstiya Kurdan a bi statuya siyasî hate nirxandin û girîngiya meşa dîrokî ya 17’ê Sibatê ya Kolnê hate vegotin.
JINAN BANGA BEŞDARBÛNA MEŞÊ KIRIN
Hevseroka Bratî e. V’ê Xezal Yalçin û endama Kongra Star Dayika Selîm jî banga beşdarbûna meşa li Kolnê kirin.
Dayika Selîm di banga xwe de wiha got: “Em di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê me Abdullah Ocalan de ne. Em roja reş şermezar dikin. Hêviya me ji gelê me ew e ku em hemû bi hev re çi ciwan û çi mezin beşdarî meşa 17’ê Sibatê bibin û vîna xwe nîşan bidin. Werin em vîna gelê Kurd, Rêber Apo azad bikin. Em weke gelê Kurd bersiva komployê bidin.”
Hevseroka Giştî ya Bratî e. V’ê Xezal Yalçin got, “Komploya navneteweyî 25 sal temam kir. Em bang li hemû gelê xwe, aştîxwaz, demokrat dikin ku ji bo şikandina tecrîdê, azadkirina Rêberê xwe û xwedîderketina li civaka Kurd, tevlî meşa 17’ê Sibatê bibin. Meşa Kolnê meşa fînalê ye. Ez dixwazim mînakekê bidim. Jinên Şengalê bi fermana 74’an re rû bi rû man. Jinên Şengalê ku felsefeya Rêber Apo qebûl kirin, tevî ku bi 74 fermanan re rû bi rû man jî xwedî îrade ne û di Parlamentoya Ewropayê de cih digirin. Ev ji bo me mînakek e. Werin em hemû destên xwe bidin hev û tecrîdê bişkînin. Ji bo azadiya girtiyan werin em bi hev re tevbigerin. Yan azadî, yan azadî!”
SEREDANÊN LI QEHWEXANEYAN
Di çarçoveya xebatên meşa 17'ê Sibatê ya Kolnê de, danê êvarê li semtên cuda yên Bremenê esnaf hatin ziyaretkirin. Endamên DKTM'ê yên Bremenê bi beşdariya siyasetmedar Mûsa Farisogûllari li qehwexaneyan propagandaya meşê kirin û banga beşdarbûna meşa 17'ê Sibatê kirin.