Erdogan ji bo fabrîkaya VW'yê Schroder şande Elmanyayê!

Ji bo ku mezintirîn şîrketa otomobîlan a Elmanyayê Volkswagern (VW) li şûne Bilxerîstanê li Tirkiyê fabrîkayê ava bike, derkete holê dostê Erdogan, serokwezîrê berê Schroder xebatên lobiyê dike.

Nîqaşên bê ka wê VW fabrîkaya xwe ya nû li Bilxerîstanê yan li Manîsya ya Tirkiyê deyne li Elmanyayê didomin. Piştî ku heftiya bihurî di çapemeniya Elman de derket ku şîrketê li ser Tirkiyê biryar daye, Endamê Desteya Teftîşê ya VW'yê Stephan Weîl daxuyanî da û got wan hê biryar nedaye, ew he jî lê digerin bê ka fabrîkayê li kûderê deynin.

BÎLD: RÊVEBERIYA VW'YÊ DIXWAZE LI SER TIRKIYÊ BIRYARÊ BIDE

Tê payin ku VW heta payizê biryarê bide. Her wiha diyar bû ku ji bo ku VW biryara xwe li ser Tirkiyê bide serokwezîrê berê yê Elman Gerhard Schroder xebatên lobiyê dike. Rojnameya Bîldê ya Elman di hijmara xwe îro de, bi nûçe-şîroveyekê got, yek ji dostê nêz yê Erdogan Schroder di vê mijarê de hefsar kiriye destê xwe û rêveberiya VW'yê dixwaze li ser Tirkiyê biryarê bide.

Li ser mijarê VW'yê daxuyaniyeke fermî nedaye lê li gorî rojnameyê sedema ku şîrketê li ser Tirkiyê biryar daye ew e ku bi salan e bi hezaran şîrketên Elman li Tirkiyê hene û ev berhemên xwe dişînin Elmanayê. 250 hezar mirov di sektora hilberandina otomobîlan de dixebitin û ev têra xwe xwedî tecrûbe ne.

Yek ji menajarê VW'yê ji rojnameyê re axivî û got, ''Ji bo fabrîkayeke ku temenê wê 40 sal e biryar tê dayin, Erdogan ew qasî li desthilatê namîne.''