Enternasyonalîst wê ji Baselê bimeşin Strasboûrgê

Bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, ji Baselê heta Strasboûrgê wê meşeke dirêj bê lidarxistin.

Li gel meşa dirêj a 25 kesan a ji paytexta Fransa Parîsê ber bi bajarê Strasboûrgê ve, komek ji enternasyonalîst jî xwe amade dikin ku ji Swîsreyê bi rê bikevin.

Meş wê 10'ê Sibatê li bajarê Baselê destpê bike û 16'ê Sibatê li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê bi dawî bibe.

Çalakger wê li vê derê konferansekê lidar bixin û piştre 17'ê Sibatê tevlî meşa mezin a li Kolnê bibin.

Enternasyonalîstan ji bo meşa ji Baselê destpê bike banga tevlîbûneke xurt kirin.