Eniya Kesk a Brezîlyayê banga piştevaniya bi Kurdan re kir

Tevgera Eniya Kesk a Brezîlyayê ji bo çalakgerên greva birçîbûnê yên ji bo Ocalan peyama piştevaniyê da. Eniya Kesk banga “Bi gelê Kurd re piştevaniya enternasyonal’ kir.

Tevgera Eniya Kesk a Brezîlyayê di roja 100’î ya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de peyama piştevaniyê weşand.

Eniya Kesek bibîr xist ku zêdetirî 300 kes ‘ji bo bidawîbûna hepsa hucreyî ya Ocalan û li dijî rejîma otorîter a Tirk’ di greva birçîbûnê de ye û wiha hate gotin; “Gelê Kurd hebûna xwe nîşan da û li dijî dewleta Tirk liberxwe dide. Gelê Kurd ku bi girseyî tê hepskirin bi şêweyê din qirkirina fizîkî jî li ser tê kirin. Şîdetekî wiha û binpêkirinên mafên miorvan di qada navnetewî de balê dikêşe. Ji bo bal kişandina li ser rewşa Tirkiyeyê di sala 200’an de 122 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de mirin.”

Eniya Kesk astengiyên polîsan ên li dijî meşên wekîlên HDP’ê jî bibîr xist û wiha got; “Hikûmeta Tirk niyetekî ya diyaloga bi çalakgerên greva birçîbûnê re nîşan nade. Guven diyar dike ku wê çalakiya xwe veguherîne roja mirinê. Keça wê Sabîha Temîzkan fikarên xwe yên têkildarî jiyanê dibêje; ‘Zarokên din êşê dikêşe, dayikên din digirîn’. Ev têkoşîna gelekê ye. Ji bo bidawîkirina êşan û piştgirîdayîna doza Kurd, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan a ji aliyê Tirkiyeyê ve divê em zextan li ser Komîteya Pêşîlêgirtinê Êşkenceyê ya Ewropa bikin.”