Endamên Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê serdana berxwedêrên Strasboûrgê kirin

Rêveberên Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê destek dan berxwedêrên Strasboûrgê yên ku ev 71 roj in di grevê de ne, banga hê zêdetir xwedîderketina li çalakiyên li dijî tecrîdê tên lidarxistin kirin.

Her roja diçe piştevaniyên bi berxwedêrên grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger yên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di grevê de ne re dewam dike. Îro li pêşiya Konseya Ewropayê (KE) ji bo piştevanîkirinê dest bi greva bêdawî û bêdorveger hate kirin. Serdanên nûnerên ji saziyên cuda yên welatên Ewropayê û girseyên gel didomin.

Îro jî rêveberên Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Bîrsel Poyraz, Besîme Başar, Arzû Peşmen, Turkan Bûdak û Ercan Akbal li Strasboûrgê serdana berxwedêrên di grevê de ne kirin.

Rêvebera Meclîsa Jinan a Roj Bîrsem Poyaz a li vir axivî diyar kir ku berxwedana berxwedêrên grevê li her derê belav bûne, da xuyakirin ku wek Kurdên Brîtanyayê wê tim li gel çalakvanan cih bigirin. Poyraz banga li Kurdên Ewropayê kir ku bi deh hezaran, sed hezaran derkevin qadan, kir.

Rêveberê Meclîsê Ercan Akbal jî diyar kir ku berxwedana bi pêşengtiya Leyla Guven destpê kir û li Strasboûrg û li hemû cîhanê xwedî lê derdikevin. Akbal binî xet kir ku wê berxwedanê mezin bikin û ji bo şikandina tecrîdê da xuyakirin ku divê tevgera gel hê zêdetir mezin bibe.

Endamên PYD’ê jî serdana berxwedêran kirin.

Li aliyê din nûçegihanê Rojnameya Dernîeres Noûvelles d’ Alsace (DNA) a yek ji rojnemaya herî mezin a herêmê ye li lokala greva birçîbûnê ya lê dom dike bû. Her wiha endamên Komeleya Dostên Kurdan a Alsaceyê ji bo di derbarê rewşa çalakvanan de bultenekê amade bikin agahî kom kirin.