Endamê KN a PKK’ê Kasim Engîn li Durenê hate bibîranîn
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) ê di êrîşa esmanî ya dewleta Tirk a dagirker a 27’êm Gulanê li Bradostê de şehîd bûbû, li bajarê Duren ê Elmanyayê hate bibîranîn.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) ê di êrîşa esmanî ya dewleta Tirk a dagirker a 27’êm Gulanê li Bradostê de şehîd bûbû, li bajarê Duren ê Elmanyayê hate bibîranîn.
Li bajarê Duren ê Elmanyayê bi çalakiyekê Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) ê di êrîşa esmanî ya dewleta Tirk a dagirker a 27’êm Gulanê li Bradostê de şehîd bûbû, hate bibîranîn.
Bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, ji bo bîranîna Engîn find hatin pêxistin. Di axaftinên hatin kirin de ev hate gotin: “Şehîd Kasim Engîn di têkoşîn azadiya gelê Kurd de, hevalekî ku ji bo azadiya gelê xwe û Kurdistanekî azad hemû hêza xwe bikar dianî bû.
Kasim Engîn kesekî serketî bû, kesekayetiyekî têkoşînê yê mezin bû û ji ber vê yekê ji bo gelê Kurd şervan û fermandarekî girîng ê azadiyê bû.”
Di dawiya bîranînê de helbesta Engîn hate xwendin û sînevîzyoneke ku li ser têkoşîn û jiyana wî hatibû amadekirin hate nîşandan.
Bîranîn bi dirûşam ‘Şehîd Namirin’ ve bi dawî bû.