Endama Meclîsa Şaredariya Cinêvê: Divê daxwazên Guven werin qebûlkirin

Endama Meclîsa Şaredariya Cinêvê Kîtsos got ew destekê dide Leyla Guven û hevalên wê yên di greva birçîbûnê de û diyar kir divê dewleta Tirk hewcehiyên Konvansyionên Cinêvê bi cih bîne.

Endama Meclîsa Partiya Sosyalîst a Şaredariya Cinêvê Chrîstîna Kîtsos bal kişande ser zextên dewleta Tirk ên li ser Kurdan û got, ''Di serî de siyasetmedarên Kurd, girtina gelek mirovên ji derdorên cuda ya bi rengekî ne hiqûqî Cinêv şoq kir. Di vê pêvajoyê de xala herî balkêş ew e ku dewleta Tirk berê xwe da nirxên sereke yên demokraasiyê û parezvanên mafê mirovan ên kêmaran.''

'DIVÊ DAXWAZÊN ÇALAKGERAN BI DEWLETA TIRK EM BIDIN QEBÛLKIRIN'

Kîtsos got li dijî van gavên nehiqûqî yên dewleta Tirk mirov ketine greva birçîbûnê ya ku ji qonaxa krîtîk jî derbas bûye û domand, ''Ez dixwazim diyar bikm ku ez li cem çalakgerên greva birçîbûnê me. Divê hevgirtina bi çalakgeran re were geşkirin.''

Kîtsos got ji bo ku mirov li daxwazên Leyla Guven û hevalên wê derbikeve û ev daxwaz werin qebûlkirin divê civaka navnetewî peywira ku dikeve ser bi cih bîne û got, ''Tirkiye divê Konvensiyona Cinêvê, ku îmzeya wê li bin heye, bi cih bîne. Daxwazên çalakgeran, li hemû welatan, bi tevgerkirineke netewî û navnetewî divê bi dewleta Tirk mirov bide qebûlkirin.''

'DIVÊ ŞERTÊN OCALAN BIGUHERIN'

Kîtsos tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah  Ocalan bi bîr xist û got, ''Ev ji 3 salan û vir ve Ocalan di nav şertên giran û kambax de tê hiştin. Divê ti kes ji mafên sereke yên mirovan bêpar neyê hiştin. Jixwe dema ku mirov hurmetê bide mafê mirovan ên gerdûnî û ev yasa werin bicihanîn, gelek problemên berdest wê werin çareserkirin. Her wiha biya min divê CPT û sazî û dezgehên din di vê mijarê de peywira xwe bi cih bînin. Divê şertên Ocalan û girtiyên din ên siyasî biguherin.'