Encamnameya Konferansa Kurd a li PE’yê

Encamnameya 17’emîn Konferansa Kurd a Navneteweyî ya li Parlamentoya Ewropayê hat eşkere kirin.

Konferansa Navneteweyî ya salanê ya der barê Yekîtiya Ewropayê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd, ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê-Tirkiyeyê (EÛTCC) ve hevkariya Koma Çep, Greens-European Free Alliance (GREENS/EFA), Tîfaqa Azadiyê ya Sosyalîst û Demokratan (S&D) û Enstîtuya Kurd a Brukselê ve hat lidarxistin.

Konferans di roja xwe ya duyemîn de bi pejirandina encamnameyê bi dawî bû.

QURBANIYÊN ERDHEJÊ HATIN BIBÎRANÎN

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku konferansên 8 û 9’ê Adarê bi awayekî serkeftî pêk hatiye û wiha hate gotin:

“Di serê meha Sibatê de erdhejekî wêranker li Tirkiye, Kurdistan û Sûriyeyê çêbû. Hemû bajar hilweşiyan û bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dan.

Konferansa EÛTCC qurbaniyên erdhejê bi bîr tîne. Her wiha bang li Tirkiyeyê hate kirin ku demildest a êrîşên li ser Bakurê Sûriyeyê rawestîne û ambargoya li ser alîkariyên mirovî rake.

DIVÊ AGIRBEST DUALÎ BE

Biryara bêçalaktiya leşkerî ku ji ber erdhejê ji aliyê PKK’ê ve hat dayîn, divê duali be. Bêçalaktiya leşkerî û zirarên erdhejê ne tenê encam e, di heman demê de ji bo derbaskirina feraseta dewleta monîst a 100 salî ya Komara Tirkiyeyê û afirandina Komara Demokratîk firsende.

DIVÊ LI HEMBERÎ GIRTINA HDP’Ê HELWESTEKÎ ZELAL BÊ GIRTIN

Konferansa EÛTCC ji bo yêkîtiya demokrasî û aştiye û li dijî qedexekirina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bang li mûxalefetê kir. Divê civaka navneteweyî û bi taybet Yêkîtiya Ewropa û Konseya Ewropayê di tu şert û mercan de qedexekirina duyemîn partiya mûxalefetê ya mezin qebûl neke.

DIVÊ DAWÎ LI TECRÎDÊ BÊ ANÎN

Divê deriyên girtîgeha Îmraliyê bê vekirin. Yêkîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û bi taybet CPT divê ji bo dawîkirina bêhiqûqiya li Îmraliyê û hevdîtina parêzeran, hemû mekanîzmayan bi kar bînin.

Konferansa EÛTCC  ji bo çareseriyekî mayindê banga berdana Abdullah Ocalan û ji nû ve destpêkirina diyaloga di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de dike.  

DIVÊ RÊVEBERIYA XWESER WERE NASKIRIN

Ev dîyalog di hemam demê de ji bo siberoja Sûriye û Rojhilata Navîn jî girîng e. Ji aliyê civaka navneteweyî ve naskirina Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bibe pêngavekî girîng. Bi vê re girêdayî konferansa EÛTCC îşaret bi erka dewleta ji bo vegerandina DAÎŞ’îyên girtî û darizandina wan dike.

RAWESTANDINA ÊRÎŞÊN BALAFIRÊN BÊMIROV

Divê qetilkirina siyasetmedarên Kurd û bi taybet jin hem li KRI (Başûrê Kurdistanê) û hem jî AANES (Bakur û Rojhilatê Sûriye) bi balafirên bêmirov yên dewleta Tirk, bibe mijara darizandinê.

Gelek dewlet hene ku êrîşên li hemberî Êzîdiyan weke jenosîd nas dikin, divê YE hemû mekanîzmayên xwe yên dîplomatîk û siyasî ji bo pêşîlêgirtina êrîşên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a li dijî Êzidiyan, bixe tevgerê. Di her rewşê de Êzidî encamên jenosîda 2014’an re rû bi rû dimînin.

BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ DIVÊ WERE LÊKOLÎNKIRIN

Konferansa EÛTCC bang li Neteweyên Yekbûyî, OPCW û Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî dike ku li ser sûcên şer ên Tirkiyeyê were bisekinin û lêpirsînên serbixwe bidin destpêkirin.

DIVÊ PKK JI LÎSTEYÊN TERORÊ BÊ DERXISTIN

Yekîtiya Ewropa û Ewropa ji Peymana Lozanê ku beriya 100 salan hate îmzekirin, berpirsiyar in. Konferansa EÛTCC bang li Yekîtiya Ewropa û sazî û dewletên Ewropayê dike ku ji bo pêşîlêgirtina şerê li dijî Kurdan, tedbîrên pêwîst bigirin.

Di heman demê de ev daxwaz di çarçoveya protestoyên li Îranê û dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” ku li seranserê cîhanê belav bûye de cih digirin.

Konferansa EÛTCC piştevanê gelên Îranê ye ku li dijî desthilata zalim serî radike.

EÛTCC bang li civaka navneteweyî dike ku bêyî şîrove vê dirûşmeyê qebûl bike.