'Em dengê wijdanê xwe bilind bikin'

Yek ji çalakgerê greva birçîbûnê ya ya bêdawî û bêdorveger a Strasobûrg Fransaye Nîmet Sevîm nivîsek ji rojnameya  Yenî Ozgur Polîtîkayê re nivîsî û got, bila her kes guh bide wijdanê xwe.

Çalakgerê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger Nîmet Sevîm  destpêkê nivîsa xwe got, ''Berxwedana me didome. Lê hê negihaye asteke wiha ya civakî ku bikaribe tecrîdê bişkîne û faşîzmê bifeşkilîne. Berxwedana me, ev potansiyel bi asteke girîng derxiste holê. Bi vê manê, berfireh dibe û didome. Bi xwe re destkeftiyên mezin jî anîne.''

Sevîm ku ev 76 roj in li Strasboûrgê di gireva birçîbûnê de ye, di nivîsa xwe de ya di Yenî Ozgur Polîtîkayê de got, ''Armanca me bi teqezî şikandina tecrîdê ye. Ji bo wê ye ku Rêber Apo bibe xwedî şertên jiyanê ku bi azadî û tendiristî bikaribe bixebite û têkoşîna civaka Kurdistanê ku di şexsê wî de ev nîv sedsal e didome, encam bigire û li ser hîmê azadiyê bibe xwedî statûyekê. Ya girîng û hedefa ku têkoşîna me dixwaze bigihijiyê ev e.''

Sevîm got, ''Ti hedef li dawiya rê wiha hazir ne li benda me ye. Bêyî ku em têbikoşin, bêyî ku em bixebitin nikarin ti hedefê pêk bînin. Bi hinek xebatê, bi hinek rawestanê, çavdêrîkirinê, bi tevlêbûna rojekê û jibîrkirina heftiyekê em nikarin tiştekî bikin'' û bi domarî got, ''Lê em banga berxwedanê ya bi giyan û baweriya seferberiya netewî dikn. Ji ber ku em dizanin, weke ku li Strasboûrgê em dikin, heta ku bi hucreyên xwe em l iber xwe nedin, her kêlî li ber xwe nedin em nikarin bi ser bikevin. Her wiha, bi rengekî zelal, heke em ji her derdorê mirovan tevlî vê berxwedanê nekin, wê parçek jê kêm bibe. Her kêliya ku bi berxwedanê ne tije ye tecrîdê dide jiyîn, faşîzmê geş dike. Her kesê ku me tevlî berxwedanê nekirî û li derveyî vê mane, weke naletê tecrîdê li ser pişta xwe digerîne û wê bigerîne. Ji bo vê jî em berxwedanê gav bi gav geş dikin.''

Sevîm bi domdarî got, ''Kî dibe bila bibe, li kûderê dibe û çi karî dike bila bibe, rojeva esasî divê berxwedan be. Em pêşeng jî divê ji bîr nekin, berpirsyariya me ew e ku em her kesî û hemû qadên jiyanê tevlî berxwedanê bikin. Jibîrkirin, bêdengman û sînordarkirin, girankirinya tecrîdê ye.''

Sevîm di nivîsa xwe de herî dawî wiha got: ''Di serî de em pêşeng, hemû xebatkar heke em destê xwe nedin ser wijdanê xwe, helwesta berxwedanê geş nekin, ti xebatê nikarin bi ser bixin. Em bang li her kesî dikin ku guh bidin wijdanê xwe. Em ne li pey karên rojane yên rûtîn in. Em hucre bi hucre, kêlî bi kêlî li ber xwe didin û hewl didin serheviya têkoşîna me ya 40 salî mayinde bikin û veguherînin azadiyê. ''Şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê tê vê maneyê''. Xwedîderketina li vê berxwedana me ya berfireh ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirî û didome, her wiha xwedîderketnia li çalakiya heval Ugur Şakar, li helwest û vîna wê, bi rakirina ser piyan a wijdanê pêkan e. Li her deverê û her gavê, bi helwesteke xurt û biryardar heke berxwedan were geşkirin, dengê wijdanê were bilindkirin em ê bi ser bikevin.''