'Em bi ruhê berxwedanê tevlî Newrozê bibin, piştgiriyê bidin mexdûrên erdhejê

Siyasetmedarê Kurd Huseyîn Yilmaz bal kişand ser girîngiya Newrozê ji bo gelê Kurd û diyar kir ku di Newroza îsal de armanca wan ew e ku tecrîdê bişkînin, dawî li dagirkeriyê bînin û bi mexdûrên erdhejê re di nav piştevaniyê de bin.

Cejna Newrozê nêzîk dibe. Newroza Berlînê ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re wê zû ango di 12’ê Adarê de pêk bê. Komîteya Amadekar a Newrozê di banga xwe ya Newrozê de ev çalakî weke "Newroza piştevaniyê bi mexdûrên erdhejê re" bi nav kir.

Em bi Huseyîn Yilmaz ê ku demeke dirêj di nava Tevgera Azadiya Kurd de siyasetê dike û niha li Berlînê kar dike re li ser girîngiya Newrozê hem ji bo Tevgera Azadiya Kurd û hem jî ji bo gelê Kurd axivîn.

JI BO TEVGERA AZADÎ KEVIRÊ ESASÎ YE

Huseyîn Yilmaz bal kişand ser çalakiya Mazlûm Dogan a li Zindana Amedê û îşaret bi wate û girîngiya Newrozê kir û wiha got, “Newroz girîng e. Newroz ji bo tevgera siyasî ya Kurd bi kûrahiya civakî ya dîrokî rojeke girîng a berxwedanê ye. Di rastiya xwe de berxwedana gelên ku bi zext, tinehesibandin û tinekirinê re rû bi rû ne. Weke rojeke wisa watedar, Newroz bi qasî ku ji bo Kurdan girîng e, ji bo Tevgera Azadiya Kurd jî kevirê herî esasî ye. Mînak, ku heval Mazlûm li zindana Amedê çalakiya Newrozê lidar xist, li girtîgehê li dijî wê hovîtiyê berxwedan nîşan da, careke din diyar dike ku Newroz çiqas watedar e û xwedî ruhê berxwedanê yê çiqasî pîroz e. Lewma ji wê rojê û vir ve em weke tevgera siyasî ya Kurd Newrozê li hemû qadên jiyanê pîroz dikin.”

TU CARÎ SERÎ NETEWANDIYE

Huseyîn Yilmaz diyar kir ku, ji bo fêhmkirina wate û girîngiya Newrozê ya îro, divê polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker a li hemberî çar parçeyên Kurdistanê bi awayekî giştî mirov bigire dest û got, “Ew hem roja berxwedanê ye, hem jî roja azadiyê ye. Newroz bi ruhê berxwedanê yê li dijî koletî, tinehesibandin û îhmalkirinê tê pîrozkirin. Ji ber vê yekê rojek girîng e. Ji ber vê yekê dema ku em siyasetê ji aliyê tevgera xwe ve dinirxînin, em dibînin ku tevgera siyasî ya Kurd tevî ku 24 sal in Rêbertî di bin tecrîdê de ye, êrîşên ku li dijî Rojava pêk tên, polîtîkayê dagirkeriya Başûr ketiye meriyetê û polîtîkayên girtinan li Tirkiye û Kurdistanê ku tevahî êrîşên dijmirovahî ji bo gelê Kurd rewa dibîne, hêj bi awayek bihêz li ber xwe dide. Di hemû qadên jiyanê de hem hewl dide têkoşînê geş bike hem jî xebatên xwe dimeşîne. Li hemberî pêkanînên pergalê yên heyî tu carî serî netewandiye.”

PÊWÎSTE BI RUHÊ BERXWEDANÊ TEVLÎBÛN WERE KIRIN

Yilmaz bal kişand ser pêwîstiya nîşandana helwestek li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û dagirkeriya Rojava û got, “"Di pêvajoyeke bi vî rengî de bi taybetî Newroza 2023'yan ji bo Kurdan girîng e. Nerazîbûnên li dijî tecrîda li ser Rêbertî, çekên kîmyewî û êrîşên li ser Rojava, divê bi awayekî girseyî li kolanan bên nîşandan. Dîsa divê gelê me li hemberî hilbijartinan hesasiyeta pêwîst nîşan bide. Dîsa divê gelê me li hemberî hilbijartinan hesasiyeta pêwîst nîşan bide. Divê hilbijêr hemû qeydên xwe pêş de amade bike. Divê ti dengên me vala neçe. Ji ber vê yekê divê mirov wan bi awayekî giştî bigire dest, Newrozê li gorî vê binirxîne û tevlîbûneke xurt misoger bike. Pêwîst e bi ruhê berxwedanê tevlîbûn were kirin. "

EM DI 12 'Ê ADARÊ DE LI ORANÎENLATZÊ NE

Siyasetmedar Huseyîn Yilmaz banga tevlîbûna Newroza ku li Berlînê tê lidar xistin kir û got: “Em ê 12’ê Adarê roja Yekşemê saet di 12:00’an de li Oranienlatza Berlînê Newrozê pîroz bikin. Di heman demê de em vê Newrozê bi ruhekî piştevanî û hevgirtinê ji ber erdheja li Kurdistanê pêk hatiye dikin. Em girîngiyê didin Newroza îsal, ji bo ku em piçekî be jî ji bo êş û mexdûriyeta gelê xwe yê li wir tevkariyê bikin. Û em li bendê ne ku tevlîbûnek xurt pêk were. Bi van hest û ramanan em careke din silav û rêzên xwe yên ji dil û can pêşkêşî gelê xwe dikin. Em wê rojê saet di 12:00 de her kesî vedixwînin Newroza Berlînê.”