Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Elmanya 'Plana Levkirinê' ya nû hazir dike

Li Elmanya hikûmeta dixwaze planeke wiha bide destpêkirin ku koçber beriya ku werin welêt entengre bibin.

Di Civîna Entegrasyonê de ku Serokwezîr Angela Merkel û Nûnera Koç û Penabariya Federal û Entegrasyonê Annette Wîdmann-Mauz jî di nav de gelek rayedar hazir bûn, bi sedan pêşniyar çêbûn.

Li welêt ku nifûsa wê ji 83 milyona zêdetir e li gorî sala 2019'an hijmara wan kesan ku ew an jî ji malbata wan bi kêmanî kesek jê koçber e, ji 21 milyonan zêdetir bû. Ji van nîfê wan bûne welatiyên Elman.

Her sal ku bi sed hezaran koçber neyên û ji ber rêjeya zêdebûnê kêm dibe, li Elmanya ku bivenevê wê hilweşîna demografîk, aborî çêbibe bi salan e ''pirsa entegrebûnê' tê gotûbêjkirin. Li gel pirsên zimên û çandê tê zanîn ku li ser aliyê sûdwergirtina ji wekheviya fersendan gelek arîşe hene.

Hikûmeta Federal dixwaze nîşan bide ku ew pirsa entengrebûnê dîsa dixin rojeva xwe. Di Kombûna Entegrasyonê de ku duh çêbû, tê diyarkirin Plana Entegrebûnê ya bi pênc qonaxan, bi sedan pêşniyaran zelal bûye. Di kombûna entegrebûnê de ku salên beriya niha eyalet, şaredarî û saziyên partner jî hazirbûn, derkete pêş ku koçber beriya ku werin Elmanyayê werin agahdarkirin û xebatên entegrebûnê werin zêdekirin.

Di nav wan pêşniyaran de ya ku derdikeve pêş ew e ku ji bo ku koçberên kêrhatî bi rengekî hêsan werin Elmanyayê li welatên hedefkirî xebatên agahdarkirinê zêdetir werin kirin. Li gel vê tê pêşniyarkirin ku koçber hê li welatên xwe Elmanî hîn bibin, derheqê jiyana rojane ya Elmanya werin agahdarkirin û hevsengiya dîplomayên xwe jî bistînin.

Di qonaxa sêyan de jî, hedefa serreke ew e ku koçberên ku werin Elman bi cîhana kar re levhatî bin û li ser mijarên civakî zêdetir angaje bin.

Tevdîrên ji bo ku koçber zêdetir li qadên tendiristî, medya û sporê de cih bigirin di qonaxa çaran a planê de cih digire. Her wiha plansaziya wê tê kirin ku koçber derheqê mafê welatîbûnê, bîrewerbûna siyasî û tevlêbûna siyasî de siûda wan a tevlêbûna nav sektorên taybet û cameweriyê were zêdekirin.

Di pakanê de her wiha p3eşniyarên têkoşîna dijî cihêkariya li ser koçberan û nîjatperestiyê jî heye.