Elmanya dev ji lêpirsînên PKK'ê naqere

Diyar bû dewleta Elman 2019'an gelek lêpirsîn li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd vekiriye. Lêpirsîn li ser rastgirên radîkal jî tenê bi 24 kesan sînordar man.

Dewleta Elman ku bi rejîma Erdogan re her cure têkiliyên siyasî, aborî û leşkerî didomîne, li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, bi rengekî ku ne kêmî ya dewleta Tirk be, siyaseta çavtirsandinê û krîmînalîzekirinê didomîne. Diyar bû, Dozgeriya Federal ku navenda wê li Karlsrûhê ye, têkildarî  PKK'ê sala 2019'an gelek lêpirsînên nû daye destpêkirin.

Qenala televizyonê ya ARD'ê di nûçeyeke taybet de, ya derbarê lêpirsînên 2019'an ku Serdozgeriya Federal vekiriye, diyar kir, lêpirsînên derbarê PKK'ê jî hatine vekirin. Hate îdîakirin 2019'an bi sernavê ''ên biyanî lê ne bi koka Îslamî'' 244 lêpirsîn hatine vekirin û piraniya van têkildarî PKK'ê bûne. 2018'an hijmara lêpirsînan weke 305'an hatibû parvekirin.

LÊPIRSÎNAN BI ZÊDEBÛNÊ BERDEWAM KIR

2017'an têkilî PKK'ê 136 lêpirsîn hatibûn vekirin, 2016'an 37, 2015'an 24, 2013'an jî 13 lêpirsîn hatibûn vekirin.

Tê gotin desteka li berxwedana YPG'ê, YPJ'ê ya aktivîstên Elman jî bandora xwe li ser lêpirsînan dike. 2017'an Adarê bi giştînameyeke ku Wezareta Karê Navxwe ya Elman weşandibû, yên YPG, YPJ'ê û PYD'ê jî di nav de, gelek sembolên siyasî yên kurd hatibûn qedexekirin.

Li gel vê jî lêpirsîna li ser rastgirên radîkal kêm man. 2018'an 6 lêpirsîn li ser rastgirên radîkal hate vekirin, 2019'an 24 lêpirsîn.

Par têkildarî DAÎŞ'ê 161 lêpirsîn hate vekirin û di bin sernavê 'Terora Îslamî'' de 401 lêpirsîn hate vekirin, 2018'An 855 lêpirsîn hatibûn kirin.

Her wiha li ser çepgiran jî  2018'an 1 lêpirsîn hate vekirin, 2019'an jî 4 lêpirsîn hate vekirin.