'Elmanya bûye çengê Erdogan'

Li Tirkiyê di qada darazê de nêzîkatiyên kêfî yên AKP-MHP'ê, li Elmanya li dijî Kurdan tê kirin. Xwegihandina dosyaya Mîr Muzîk û Weşanxaneya Mezopotamyayê hate astengkirin.

Yek ji parêzerê Mîr Muzîk û Weşanxaneya Mezopotamyayê yên li Elmanyayê Berthold Frensenîûs bal kişande astengiya li ber xwegihandina dosyayê û got, ''Hikûmeta Elman, bi navê 'têkoşîna dijî terorê' rêbazên rejîma Tirk bi kar tîne û mîna ku çengê Erdogan be tevdigere.''

XWEGIHANDINA DOSYAYÊ QEDEXE YE

Mîr Muzîk û Weşanxaneya Mezopotamyayê 12'ê Sibata 2019'an li Elmanya derî li wan girtin. Parêzerê Mîr Muzîk û Weşanxaneya Mezopotamyayê Berthold Fresenîûs ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî. Fresenîûs got ji ber ku nayê hiştin ku ew xwe bihihînin dosyayê, ew nizanin bê ka delîl çi ne ku qedexe anîne. Fresenîûs got ji ber vê sedemê ew nikarin li dijî dosyayê ya li Dadgeha Destûra Federal nerazîbûnê nîşan bidin. Fresenîûs got qedexekirina çanda Kurd li dijî azadiya çapemeniyê û ramanê ye û got, ''Hikûmeta Elman, bi navê 'têkoşîna dijî terorê' rêbazên Erdogan bi kar tîne û mîna ku çengê Erdogan be tevdigere.''

Fresenîûs got heman rojê wan biryara qedexeyê biriye darazê, 60 delîl kirin hinceta qedexeyê lê ji bo ku xwe bigihînin dosyayê li gel ku serî li Wezareta Karê Navxwe dane jî, ji ber ku destûr nadin ku xwe bigihîninê wan nekarîne ku li dosyayê binerin. Fresenîûs got, ''Qedexekirina weşanxaneyekê, destwerdaneke cidî ya li azadiya derbirîn û çapemeniyê ye. Bi qedexekirina weşanxaneyeê desteserkirina pirtûkên Yaşar Kemal û Orhan Pamûk pir kambax e.''

DAXUYANIYÊN WEZARETÊ LI HEV NAKIN

Fresenîûs li ser daxuyaniya Wezareta Karê Navxwe jî got, ''Wezaretê di daxuyaniyê de got herdu salî jî bi dahata xwe derfetên çalakiyê yê 'rêxistina terorê' yên li Elmanya û Ewropayê zêde dikin. Di fermana qedexeyê de jî tê gotin sazî şaş dixebitin û bi pereyên ku ji PKK'ê distînin li ser piyan dimînin; ango tam berovajî argûmana beriya niha ye.''

HEVALBENDÊ ERDOGAN

Fresenîûs got zexta li ser du saziyan êrîşa li ser azadiya derbirîn û hunerê ye, bal kişande ser wê ku bi hinceta 'têkoşîna dijî terorê' çanda Kurd tê krîmînalîzekirin û Erdogan jî bi heman rêyan qedexeyan dike.

Fresenîûs got, ''Wezareta Karê Navxwe ya Elmanya û saziyên ewlehiyê mîna destê rastê yên Erdogan bin, tevdigerin. Divê neyê jibîrkirin ku hikûmeta Elman hevalbendê rejîma Erdogan e û li gorî berjewendiyên xwe zextê li ser tevger û ramanan dike. Di navbeyna rejîma Tirk û hikûmeta Elman de hevkariyeke heye ku ji mêj ve didome.