Li Reimsê tecrîd hat şermezarkirin: Em ê heta azadiyê li qadan bin!

Kurdistaniyên li bajarê Reimsê, tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin û peyama, "Ji 20'ê Tîrmehê û pê ve em ê li qadan bin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were em ê di nava çalakiyan de bin."

PÊNGAVA JI RÊBER APO RE AZADÎ

Li bajarê Reims ê Fransayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bazariya li ser hevdîtinên malbat û parêzeran hat şermezarkirin.
Di daxuyaniya li ser navê Meclisa Gel a Demokratîk a Reimsê hat dayîn de ev tişt hat gotin, "Rêber Apo 26 sal in li Girtîgeha girava Îmraliyê dîl tê girtin û polîtîkaya tecrîdê li ser tê meşandin. Ev 40 meh in tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Rêber Apo vîna siyasî ya gelê Kurd e. tecrîdkirina vîna gelan sûcê mirovahiyê ye. Di serî de CPT, Konseya Ewropayê saziyên ku li hemberî tecrîdê bêdeng in sûcdar in.”

‘XWEDÎ LI PÊNGAVÊ DERKEVIN, DAKEVIN QADAN’

Di çalakiyê de berte nîşanî dewleta tirk a ku hewl da tecrîdê bike mijara bazarê û ev peyam hat dayîn: “

“Bazariya li ser hevdîtina malbat û parêzeran a rayedarên Tirk bêexlaqî ye. Rêber Apo pêşeroj ê azadiya gelp Kurd e û rêberê me yê siyasî ye. Bi azadiya gelan re bazarî nayê kirin. Ti civakek birûmet vê yekê qebûl nake. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî bûexlaqiya dewleta Tirk a, durûtiya saziyên navneteweyî têbikoşin. Ji 20’ê Tîrmehê û pê ve em ê li qadan bin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pirsgirêka Kurd çareser bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin.”