Artêşa Tirk ji 14’ê Nîsana 2022’an û vir ve li ser Başûrê Kurdistanê êrîşeke dagirker dabû destpêkirin û di van êrîşan de gelek caran çekên kîmyewî bi kar anî. Ji bo lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî û hevdîtina bi mexdûran Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî yên li Dijî Şerê Atomê (IPPNW) di navbera 20-27’ê Îlona 2022’an de heyetek şand Başûrê Kurdistanê. Lê çûna wan a ber bi herêmên şer û hevdîtina bi gelê sivîl ên ku mexdûrên çekên kîmyewî bûn, hate astengkirin.
Heyetê derbarê lêkolîn û çavdêriya li herêmê rojek berê raporek amade kir. Serokê IPPNW Swîsreyê Dr. Beppe Savary û Çavdêrê Çekên Bîyolojîk ê berê yê Neteweyên Yekbûyî Dr. Jan van Aken di rapora xwe de diyar kirin ku delîlên xurt hene ku dewleta Tirk sûcê çekên kîmyewî kiriye û bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kir ku bila lêpirsînê bide destpêkirin.
NEHIŞTIN EM XWE BIGIHÎNIN BIRÎNDARÊN LI AMÊDIYÊ
Dr. Beppe Savary ê ku di nav heyetê de cih digire derbarê lêkolînên li Başûrê Kurdistanê û kitekitên li ser raporê ji ANF’ê re qal kir.
Dr. Savary diyar kir li Silêmaniyê wan gelek belge û dîmen bi dest xistine ku artêşa Tirk çekên kîmyewî yên qedexe bi kar anîne. Savary got “Ji me re hate gotin ku li gundekî navçeya Amêdiyê ji ber ku artêşa Tirk çekên kîmyewî bi kar aniye malbatek birîndar bûye û rewşa wan giran e. Em jî ji bo ku biçin Amêdiyê me têkilî bi PDK û YNK’ê re danî. Eniya YNK’ê tu astengî li ber me çênekir, ji me re hate gotin ku em dikarin ji Silêmanî biçin Amêdiyê. Lê qaymakamê Amêdiyê got ‘Em nikarin we biparêzin’ û em asteng kir.
Heke em biçûna serdana malbata ku ji ber çekên kîmyewî birîndar bûne, wê gelekî baş bûya. Ji ber ku li gorî agahiyên me stendiye, bikaranîna çekên kîmyewî di meha Îlonê de pêk hat. Hê demeke dirêj ji ser wê derbas nebûbû û me dikaribû bi hêsanî şopa çekên kîmyewî bibînin. Tedawiya kesên ji ber çekên kîmyewî birîndar bûne jî mijareke girîng bû. Gelek sal in ez wekî bijîşkê mudaxeleya lezgîn dixebitim. Divê were tespîtkirin çekên kîmyewî çiqas bandor li van kesan kiriye.”
MIKURHATINÊN AKAR JI BO OPCW BES BÛ
Dr. Beppe Savary diyar kir ji bo ku li dewleta Tirk derbarê bikaranîna çekên kîmyewî lêpirsîn were destpêkirin, belge û agahiyên ku wan kom kirin têr dikin û bal kişand ser mikurhatina Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar. Akar gotibû ‘Me gaza rondikrêj bi kar aniye.’ Dr. Savary diyar kir di warê leşkerî de bikaranîna gazên kîmyewî teqez qedexe ye û got “Mikurhatineke mezin e ku Akar gotiye wan li qada şer gaza rondikrêj bi kar aniye. Ev gotin bes e ku OPCW lêpirsînekê bide destpêkirin.”
Dr. Savary diyar kir piştî vê pêvajoyê êdî mûxatab OPCW û Neteweyên Yekbûyî ne got “Ev sazî li Sûriyeyê û li welatên din derbarê îddîayên çekên kîmyewî dest bi xebatê kiribûn, divê heman rewş ji bo Tirkiyeyê jî pêk were.”
Dr. Savary diyar kir kesên çek û gaza kîmyewî bandorê li wan dikin, xisarên mayînde di bedena wan de pêk tê û got “Divê ev kes di bin kontrolê de bin û di analîzeke tibbî de jî mumkun e ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn.”
HERÎ KÊM BILA BIZANIBIN KU HIN KES LÊKOLÎNÊ DIKIN
Zanyarê Swîsreyî Dr. Savary diyar kir ku belgeyên ku wan bi dest xistine, ne belgeyên ku bêne piştguh kirin û têkildarî xebatên ku dê bikin ev agahî da: “Ji bilî rapora ku me weşandiye, ez ê bi hikûmeta Swîsreyê û Jan van Aken jî bi hikûmeta Elman re xwedî însiyatîf bin. Bi taybetî em difikirin ku divê ev her du welat Tirkiyeyê hişyar bikin. Hêvîdar im bi xebata me rê li ber bikaranîna çekên kîmyayî yên dewleta Tirk bigire. Her çend dewlet û OPCW di qada dîplomatîk de bêdeng bin jî, girîng e ku rêvebirên dewleta Tirk zanibin ku kesek ji bo lêkolînkirina van sûcan hewl dide. Ev dibe ku pêşî li bikaranîna wan a kîmyewî bigire.”
‘WEZÎRÊ ŞER’ YÊ DEWLETA TIRK AKAR ÇI GOTIBÛ?
Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Akar, piştî êrîşa dagirkeriyê ya bêencam a li Garê ya di Sibata 2021’an de ku di encamê de leşker û erkdarên artêşa Tirk ên di destê HPG’ê de dîl girtî, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li Meclîsê ji bo agahdarkirinê axivîbû. Akar gotibû, "Di operasyonê de tenê gaza rondikrêj hatî bikaranîn" û ji bîr kir ku OPCW ya ku Tirkiye ji sala 1997’an û vir ve endamê wê ye, bikaranîna her cure gazên kîmyewî, di nav de gaza rondikrêj jî di derdorên girtî yên mîna şikeftan, ji bo armancên leşkerî qedexe ye.
Gazên ku Akar behs dike, tê texmînkirin ku bombeyên CS yên qalibê wê 120 mm in ku ji salên 90-2010'an de ji aliyê artêşa Tirk ve bi koda "MKE MOD 251" hatine çêkirine. Her çend OPCW ji bo armancên leşkerî hilberîna bombeyên CS yên bi navê kîmyewî "2-chlorobenzalmalononitrile" qedexe kir jî, artêşa Tirk ne tenê van bombeyan kîmyewî hilberand, bi salan jî dudil nebû ku wan bombeyan li pêşangehên navneteweyî bide pêşandan. Bombeyên CS yên ku tenê di bûyerên civakî de bi rêjeyek pir kêm têne bikar anîn, li deverên girtî yên wekî şikeft û tunelan dibe sedema encamên qetilkirinê; Bandorên wek şewitîn, kuxik, mehdxelandin û vereşîn li ser mirovan çêdike. Dema ku li hawîrdorek bê hewa were bikaranîn dikare mirovan bifetisîne û bikuje.
IPPNW LI 63 WELATAN RÊXISTIN KIRIYE
Komeleya Navneteweyî ya Doktorên Dijî Şerê Atomî (IPPNW), ku ji hêla Rûs Jewgeni Tschasow û Bernard Lown ve di sala 1980’an de hate damezrandin, dema ku rageşiya nukleer di navbera rojavaya bi pêşengiya DYA’yê û blokên rojhilat ên bi pêşengiya Sovyetê de zêde bû, di sala 1985’an de ji bo karê wê layiqî Xelata Aştiyê ya Nobelê hatibû dîtin.
Yek ji rêxistinên doktor ên li dijî çekên nukleerî/kîmyayî yên di qada navneteweyî de ye ku navenda wê li DYA’yê ye û zêdetirî 150 hezar endamên wê li seranserê cîhanê heye. IPPNW ku li 63 welatan xwe birêxistin kiriye, li Elmanyayê wekî rêxistina herî mezin a alîgirê aştiyê tê zanîn ku zêdeyî 8 hezar endamên wê hene.