Doza Kurdistanî jê dihatin darezandin pêk hat

Doza têkildarî 3 girtî, 2 ne girtî ya 5 Kurdisaniyên ji madeya 129 b a Qanûna Ceza ya Elmanya ku li bajarê Stûttgart a Elmanyayê dihatin darezandin di nava hefteyê de dewam kir.

Rûniştina doza derbarê Veysel S., Agît K., Ozkan T. ên girtî û Cîhan A., Evrîm A. negirtî di navbera 2-3’yê Tîrmehê de li Girtîgeha Stammheîmê pêk hat. Di rûniştinê berî niha de dosyaya ku guhdarkirina bi rêya telefonê ya têkildarî bersûcan li xwe digire, dabûn kesên ji dozê tên darezandin.

Bi taybet ji ber Koronayê ji bo kesên girtî wergervan nehatin ba hev, dosya nehate lêkolînkirin. Parêzeran jî bal kişand ku wergera guhdarkirina telefonê ya bi Elmanî ne wekheve, îtiraza vê kirin. Biryar hate girtin ku wê di dîrokên bê de  li beşa roja ku bûyer qewimî guhdar bikin.

Her wiha guhdarkirina telefonan a 600 laperî ya têkildarî Evrîm A. û Ozkan T.  piştî darezandina 2 salî û şûnde pêşkêşî dadgehê hate kirin. Parêzeran ragihandin ku çima guhdarkirina teleofonan a têkildarî du kesan evqas dirêj kir û got: “Ev pêkanîn ne rast e, em ê îtirazî belgeyên hatine pêşkêşkirin bikin.”

Polîsê krîmînal ê li dadgehê guhdarî wî kir diyar kir ku wê di derbarê rêxistinkirina PKK’ê ya li Ewropayê agahî bide. Polîs gelek saziyên Kurd ên li Ewropayê bi qanûnî kar dikin û çapemenî jî xiste nava çêkera PKK’ê.

Dadgeh wê 16-17’ê Tîrmehê dewam bike.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA