Dostê Kurd ê Norwêcî Erlîng Folkvord ku li paytexta Swêd Stockholmê di 1'ê Adarê de wefat kir, li paytexta Norwêc Osloyê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.
Ji bo Folkvord ku salên dûr û dirêj ji bo Kurdan û gelên bindest têkoşiya, merasîma bîranînê hate lidarxistin. Malbat û hevalên wî li ber muzîka Kurdî axivîn, peyam hatin xwendin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê jî peyamek şand û got, "Erlîng di beşeke girîng a jiyana xwe de di nava dilê Kurdan de bû xwedî cihekî girîng. Têkoşîna wî ya ji bo demokrasî û edaletê wê ti carî neyê jibîrkirin."
Bi navê Civaka Demokratîk a Kurd a li Norwêcê Endam Ezîz axivî û got, "Erlîng li Norwêcê hîmê karên ji bo Kurdan danî. Gelek caran çû Kurdistanê û li gorî çavdêriya xwe kar kir."
Folkvord piştî axaftinan hate veşartin.