Dixtorên Ewropî: Divê CPT û KE'yê bikevin nava liv û tevgerê-NÛ BÛ

Dixtorên Elman û Kurd ên berxwedêrên grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger ên li Strasboûrgê mûayene kirin, bang li CPT û KE’yê kir ku li dijî vê çalakiya bibiryar divê bêdeng nemînin.

Çalakvanên grevê yên li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 76 roj in di greva bêdawî û bêdorveger de ne ji aliyê gelek dixtorên ji Elmanya, Swîsre û Franasyê hatin ve hatin mûayenekirin.

Di nava heyeta dixtoran a bi çalakvanan re civiya û ew mûayene kirin ku ji Elmanya û Fransa hatin ev in: “Prof. Dr. Gerhardt Trabert, Dr. Alexandere Doroglû, Dr. Bîanca Wînter, Dr. Serhed Sonmez, Dr. Didanan Gulnûr Polat, Dr. Dersim Dagdevîren û erkdara tenduristiyê Gulê Atasoyt.

Dixtoran destpêk hemû çalakvan yek bi yek kontrol kirin, xwestin pirsgirêkên sereke yên tenduristiyê diyar bikin. Dixtorên ku semptomên bi çalakvanan der derdikevin pêş lêkolîn kirin, piştre bi daxuyaniyekê çavdêriyên xwe par ve kirin.

DR. KORGOLÛ: WAN MOMARL DA ME

Kardiyolog Dr. Mehmet Koroglû yê di daxuyaniya çapemeniyê de aixvî diyar kir ku li gel hempîşeyên xwe yên ji Elmanya û Swîsreyê hatibûn xwestine rewaş çalakvanan li cihê lêne lêkolîn bikin. Dr. Koroglû yê moral û rewşa fîzîkî ya çalakvanan weke du beşan destnîşan kir bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê. Dr. Koroglû got: “Moralê wan pir baş e. Heta moral dan me. Kêlo hatine dayîn. Pirsgirêkên dil û pirsgirêkên norolojî derketine holê.”

PROF. Dr. TRABERT: TENÊ KURDAN ELEQEDAR NAKE

Prof. Dr. Gerhardt Trabert ê ji Elmanyayê hatibû jî renxe li bêdengiya dewletên Ewropa ya li ser vê mijarê kir, diyar kir ku tenê mijar Kurdan eleqedar nake.

Trabert domdarî got: “Ji bo piştevaniyê li vir im. Tim diçim Rojava. Li wir xebatên tenduristiyê dikin. Ya ji bo me girîng li Tirkiyeyê li dijî bipêkirinên mafên mirovan sekinîne, bala dewletên Ewropayê bikişînin ser vê rewşê ye. Rewşa tenduristiya çalakvanan giran e, lê moral û coşa wan pir e.

DR. WÎNTER: YEKAN E SAZIYA KU BIÇE CPT YE

Parêzvana mafê mirovan Dr. Bîanca Wînter jî diyar kir ku bicihanîna daxwazên grevên birçîbûnê û rakirina tecrîdê yekan e sazî CPT ye. Ji bo wê ye divê CPT rewşa Ocalan li cihê lê ye lêkolîn bike.