'Divê rê ji kapîtalîzmê re neyê dayin ku femînîzmê bi kar bîne'

Jinên ku li konferansa Ciwanan a Cîhanê axivîn diyar kirin ku divê rê neyê dayin ku kapîtalîzm femînîzmê bi kar bîne.

Konferansa Ciwanan a Cîhanê ya li Parîsê di roja 3'yemîn û ya dawî de ye.

Konferans ji aliyê Ronahî û Tevna Youth Writing History ve tê lidarxistin. Di sibeha roja 3'yemîn a konferansê de ji Katalonyayê Arran, ji Înîsiyatîfa Ciwanan a Rojhilata Navîn jî Medya bûn mêvan.

Nûnera Katalan bal kişand ser girîngiya femînîzmê û işaret bi saziyên neolîberalîst û dewletan kir ku hewl dide vê yekê ji xwe re bikin amûr û nava wê vala bikin.

Nûner anî ziman ku sîstema kapîtalîst hewl dide femînîzmê bi kar bîne û got, "Di bin navê entegrasyona Yekîtiya Ewropayê de mafên jinan bi navê 'mafên mirovan û toleransê' pêşkêşî me bêne kirin jî ya rast ev nîne. Ya ku ew dixwazin destwerdana li femînîzmê ye, manîpulekirina wê ye. Divê em vê pênaseyê çawa fêhm bikin? Li vê derê dewlet tundiya li dijî jinê tenê dixe stuyê hin koçberan û di vê mijarê de hin gavan diavêjin. Mînak li Spanyayê ji parastina mafên jinan wêdetir li dijî koçberan qanûn têne amadekirin. Hemû kar ji bo parastina mafên mirovên spî û dewlemendan têne kirin. Mînak welatên mîna Macaristan û Brezîlya li dijî femînîzmê ne. Ew welat femînîzmê weke paveşrûtî û hêsaniyê dibînin. Lê demê dema ku mirov mijarê baş fêhm bike, wê were dîtin ku ev yek mîna çandekê tê qebûlkirin."

'ŞOREŞA ROJAVA TÊKOŞÎNA JINÊ MEZIN KIR'

Bi navê Înîsiyatîfa Ciwanan a Rojhilata Navîn Medya axivî û anî ziman ku beriya şoreşa Rojava jiyana jinan gelekî nebaş bû, bi navê xwe nikarîbûn biryarê werbigirin, mafên wan dihatin talankirin.

Medya anî ziman ku ev mejî li Rojava jî hebû û got, "Bi şoreşa Rojava re têkoşîneke mezin destpê kir. Ji Efrînê heta Serêkaniyê. Lewma yên ku herî zêde daxwaza azadiyê kirin, jin ên ciwan bûn."

Medya ragihand ku bi şoreşa Rojava re ji sala 2011'an û vir ve ev têkoşîn roj bi roj mezin dibe û got, "Têkoşîneke ku ne asayî ye. Bi rengekî xweser tê meşandin. Li ser bingeha xweparastinê tê kirin.

Dixwazim balê bikişînim ser dagirkeriya dewleta Tirk. Dewleta Tirk bi balafirên keşfê êrîşê dibe ser jin ên pêşeng. Di heman demê de zane ku jinan ev şoreş pêk aniye, lewma êrîşî jin ên ciwan, jin ên pêşeng dike. Ev êrîş digihêje asta bikaranîna çekên kîmyewî. Ev êrîş ji ber mejiyê serwer ê mêr ê dewleta Tirk têne kirin."