'Divê Komîteya Wezîran a KE'yê tevbigere''

Reîmer Heîder ''Heke em zorê li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bikin ku biryarê bistîne, wê demê em ê encamekê bistînin. Divê em raporên CPT'yê bi bîra Parlamentoya Ewropayê û parlamentoyên endam bixin û bikin ku bilebitin.''

Yek ji berdevkê Însîyatîva Navnetewî ya Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aştî Reîmer Heîder bal kişande ser giringiya tevgerkirina Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li dijî tecrîda li Imraliyê û got, ''Ji bo ku em Komîteya Wezîran tevbigerînin jî divê em li parlamentoyên netewî û xwecih xebatên dîplomatîk bikin.''

Heîder got rewşa girtîbûnê ya Ocalan li derveyî hemû normên hiqûqê ye û domand, 'Gelek caran me ev li saziyên Ewropa anî ser zimên. Li gel ku em hewl didin ku saziyên Ewropa bidin lebitandin jî çavê xwe digire, vê tecrîdê ji nedîtî ve tê.''

Heîder got greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a bi pêşengiya Leyla Guven, ji bo ku meyzandina kêm û şaş a Ewropayê bişkîne bi roleke girîng rabûye û got, ''Vê dema dawî em dibînin ku li dijî tecrîdê hin deng derdikevin. Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (MPKE) ku ev 20 sal in bêdeng e nema karî ku xwe li bara zextan ragire û bêgav ma ku birarê bistîne. Biryar da ku tecrîda li ser Rêzdar Ocalan rabe û Leyla Guven demildest were berdan. Divê mirov bipirse bê ka çima ev biryar beriya niha nehate standin. Grevên birçîbûnê û çalakiyên li dora grevên birçîbûnê pêk hatin, kir ku saziyên Ewropa tevbigerin. Ji vî alî ve grevên birçîbûnê kiriye ku meyzandina saziyên Ewopayê ya li Rêzdar Ocalan bişke.''

Heîder got grevên birçîbûnê bandora xwe ne tenê li ser saziyên Yekîtiya Ewropayê kirine, li ser gelek derdoran kiriye û got, ew ji gelek derdoran dibihîsin ku dibêjin, ''Tecrîda li ser Ocalan ew çend giran e, mirovan li dijî vê bedena xwe dane ber birçîbûnê''.

DIVE KE TEVBIGERE

Heîder abl kişande ser rola CPT'yê ya ji bo rabûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got li gorî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê peywira CPT'yê ye ku şertên girtiyên li Imraliyê bi belge bike, rexne bike û pêşniyaran bike û domand, ''Ji vê zêdetir mirov rolê li CPT'yê bike ev ê şaş be. CPT raporê hazir dike û ji Tirkiyê dixwaze ku li gor vê biçe. Di dîroka CPT'yê de, ji bilî Rêzdar Ocalan, li ser ti girtiyekî 7 caran rapor hazir nekiriye. Lê heta ku ev rapor ji hêla Komîteya Wezîrana Konseya Ewropayê ve biryar li ser neyê standin ti wateya wê tine. Herî pir dikare bibêje, ''Tirkiye li gor raporê min nameşe, ez jî bi Tirkiyê re têkiliyê xwe dibirim''. Ev jî wê were wateya ku têkiliya CPT'yê bi Ocalan re bi temamî qut bike. Ji bo me ya girîng helwesta siyasiyan a bi çarçoweya rapor û pêşniyara CPT'yê ye. A girîng ew e ku li ser raporên ku CPT'yê hazir kirî, Komîteya Wezîran a Ewropayê tevbigere.''

TIRKIYE WÊ MECBÛR BE KU LI GOR WÊ BIÇE

Heîder bi domdarî got, ''Tirkiye neçar e ku li gorî biryarên Komîteya  Wezîran a Ewropayê biçe.  Ji bo vê jî, ji CPT'yê zêdetir, divê organên siyasî yên Ewropayê pêşniyarên CPT'yê binirxînin û ji bo ku tevbigerin, tiştin werin kirin. Heke em bikaribin ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryaran bistîne, em ê encamekê bi dest bixin. Helbet pir girîng e ku CPT dîsa serdana Imraliyê bike û raporê hazir bike lê divê ev rapor were nirxandin û li gorî raporê helwesteke siyasî derkeve holê.''

DIVÊ XEBATÊN DÎPLOMATÎK WERIN ZÊDEKIRIN

Heîder got ji bo ku rapora CPT'yê ya têkilî Ocalan bi cih were divê zêdetir zext li ser saziyên Ewropayê were kirin û domand, ''Divê em raporên CPT'yê bi bîra Parlamentoyên Ewropa û parlamentoyên welatên endam bixin û bikin ku ew tevbigerin. Biryara ku li MPKE'yê hatî qebûlkirin pir girîn e. Di biryarêde tê gotin, ''Li gorî rapora CPT'yê  li Imraliyê tecrîd heye, ev nayê qebûl kirin û divê Tirkiye vê rast bike''. Ji bo ku em van biryaran em bi wan bidin standin divê ji xwecih ve em polîtîkayan bikin. Ji bo ku em Komîteya Wezîran a Ewropayê tevbigerînin divê em xebatên dîplomatîk li parlamentoyên xwecih û netewî bikin.''

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka