Divê ezmûna destûrnameya ajotinê ya li Elmanyayê bi Kurdî jî be
Yek ji partiyên muxalefetê yên Elmanyayê FDP'ê xwest, ezmûna ji bo destûrnameya ajotinê bi zimanên Kurdî, Darî û Farsî jî bê kirin.
Yek ji partiyên muxalefetê yên Elmanyayê FDP'ê xwest, ezmûna ji bo destûrnameya ajotinê bi zimanên Kurdî, Darî û Farsî jî bê kirin.
Li Elmanyayê ku koçberên ji welatên cuda lê ne, di halê hazir de ji bo standina destûrnameya ajotinê li gel Elmanî bi 12 zimanan ezmûnên teoriyê tên kirin. Kurdên koçber ku nifûsa xwe 1.5 milyon mirov e, tevî vê yekê jî nikarin bi zimanê xwe yê dayikê tevlî ezmûna destûrnameya ajotinê bibin.
Yek ji partiyên muxalefetê Partiya Demokratên Azad (FDP) xwest, tevî Kurdî bi gelek zimanan ezmûnên destûrnameya ajotinê bên kirin.
FDP'ê di vê der barê de beriya çend rojan pêşnûme pirsek pêşkêşî Meclîsa Federal kiribû. FDP'ê bi taybetî xwest ku Kurdî, Darî û Farsî bibin zimanê ezmûna destûrnameya ajotinê.
'DI NAVA 4 SALAN DE 102 HEZAR KESÊN BI KURMANCÎ DIAXIVIN HATIN'
Bi navê hikumeta federal a bi serokwezîrtiya Angela Merkel bersiv ji pêşnûme pirsê re hate dayin û têkildarî hejmara penaberên bi Kurdî, Darî, Farsî diaxivin û hatine Elmanyayê agahî hatin parvekirin.
Li gorî vê yekê ji sala 2016'an ve 102.040 kesên bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî diaxivin li Elmanyayê serlêdana penaberiyê kirine. Hejmara mirovên bi Farsî diaxivin ên serlêdan kirin 139.386 kes û yên bi Darî diaxivin jî 64.557 kes bûn.
Di heman demê de 542 hezar kesên bi Erebî diaxivin li Elmanyayê serlêdana penaberiyê ikrin û bi vê yekê re hikumeta federal destûr da ku ezmûna destûrnameya ajotinê bi Erebî jî bê kirin.
Ji FDP'ê Pascal Kober diyar kir ku girîng e heman hewldan ji bo mirovên Kurd, Efgan û Îranî jî bê kirin.