Dînç: CPT û DMME herdu jî hevkarên hev in

Parêzer Mazlûm Dînç li Evûstûryayê di civîna gel de axivî û diyar kir ku li Îmraliyê zagonên Tirkiyeyê û peymanên navneteweyî hatine binpêkirin. Dînç got ku, “Ji bêdengiya CPT û DMME’yê tê dîtin ku, di polîtîkaya tecrîdê de herdu hevkarên hev in.”

Parêzerê buroya Hiqûqê ya Asrinê Mazlûm Dînç derbarê şertên tecrîda li ser muwekîlê wan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê li Evûstûryayê tevlî civînên gel bû. Dînç li bajarên Lînz, Viyana, Ternîtz û Grazê di civînên gel de axivî û bal kişand ser kûrbûna tecrîdê.

‘CPT Û DMME DI TECRÎDÊ DE HEVKARÊN HEV IN’

Parêzer Mazlûm Dînç diyar kir ku Tirkiye zagonên xwe û peymanên navneteweyî binpê dike û got ku, “Di Nîsana 2015’an de piştî ku hevdîtina bi heyeta HDP’ê re hate qutkirin, tecrîd hate girankirin. Rêzdar Ocalan û 3 girtiyên li ba wî, têkiliya wan a bi derve re hate qutkirin. Li hemberî vê bihiqûqtiyê, hewldanên me didomin. Lê heta niha me nekariye em li hemberî rakirina tecrîdê encamekê bistînin.”

Parêzer Dînç bal kişand ser vî tiştî ku CPT û DMME bêdeng dimînin û ev tişt jî diyar dike ku di polîtîkaya tecrîdê de herdu hevkarên hev in.

‘AKTORÊ SEREKE OCALAN E Û DIVÊ ROLA XWE PÊK BÎNE’

Parêzer Mazlûm Dînç di civînan de got ku, “Piştî ku hevdîtinên bi rêzdar Ocalan re hate qutkirin, li Tirkiyeyeyê binpêkirina mafan zêde bûye û di warê demokrasiyê de Tirkiye ber bi paş ve çûye. Ji bo ku doza Kurdan bi rêyên aştiyê were çareserkirin, aktorê sereke Ocalan e û dewleta Tirk di hevdîtinên salên 2013-2015’an de bi Mûtabakata Dolmabahçeyê re ev tişt qebûl kiribû. Divê tecrîd were qedandin û şertên wisa werin avakirin ku rêzdar Ocalan karibe rola xwe pêk bîne.”