Di salvegera Şoreşa Rojava de wêneyên şervanên YPJ’ê li ser dîwar çêkir

Şêwekarê Katalan Andrea Btoy ê di salvegera Şoreşa Rojava de li kolaneke ya Viyanayê wêneyên şervanên YPJ’ê xêz kir got: “Piştevaniya gerdûnî ji bo min pir bi wate ye, ji ber vê yekê girîngî didim tevgera Kurd û şoreşa Rojava.”

Şêwekarê Katalan Andrea Btoy ê ji bo hefteyekê li paytexta Evûstûrya Viyanayê pêşangehekê veke htibû, ji ber salvegera 8’an a Şoreşa Rojava wêneyê şervanên YPJ’ê li ser dîwarê ku ji bo pêşangehê hatibû veqetandin, xêz kir û şoreş silav kir.

Btoy ê li ser wêne dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nivîsî, wêne diyarî hemû jinên Kurdên li dijî hişmendiya mêr û azadiya Kurdistanê têkoşîn dike, kir.

Boty ê ji ANF’ê re axivî diyar kir ku Şoreşa Rojav êdî ne tenê şoreşa Kurdan e, ji bo gelên hejar ên cîhanê bûye sembol û got: “Ez jî bi hûnera xwe xwedî li şoreşê derdikevim. Ji niha û şûnde jî ez ê tim xwedî lê derkevim.

BI HUNERA XWE PIŞTEVANIYA ŞOREŞA ROJAVA KIR

Boty li ser pêşangeha ku 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojava ku li Viyanayê vekiribû got: “Ji ber festîvaleke ya hunerê ez ji Barselonayê hatibûm vexwendin. Ji bo wê hatim Viyanayê. Di çarçoveya festîvalê de dihate xwestin ku ez grafîtekê çêbikim. Min jî ji bo piştevaniya bi gelê Kurd û Şoreşa Rojava re li ser vî dîwarî wêneyê jineke Kurd xêz bikim. Ji ber ku îro salvegera 8’an a Şoreş Rojava ye, min ji vê fersend girt û xêz kir.”

‘PIŞTEVANIYA GERDÛNÎ JI BO MIN BI WATE YE, JI BO VÊ GIRÎNGÎ DIDIM TEVGERA KURD’

Têkildarî dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ a Boty li ser wêne jî nivîsandî ev got: “Berî ferstîvalê ez tevlî civîneke ya CNT’ê a sendîkaya anarşîstan bûbûm. Di civînê de li ser tevgera Kurd, tevgera jinan, şoreşa Rojava, Kolektîfa Jinan a Jinwar, têkoşîna Kurd bûn xwedî agahî. Di salên dawî de dişopînim. Ji serî ve ji Şoreşa Rojava bandor bûm. Piştevaniya gerdûnî ji bo min pir bi wate ye, ji ber vê girîngî didim tevgera Kurd û Şoreşa Rojava.”

‘BI HUNERA XWE EZ PIŞTGIRÎ BIKIM’

Şêwekarê Katalan Andrea Btoy bi domdarî got: “Têkiliyên min ên bi saziya Azadî ya li Barcelona û dîsa têkilyeke min bi CNT’ê re heye. Girêdana min a bi hunera min re heye. Divê yên li wir şehîd bûne neyên ji bîrkirin. Ew ji bo min rênîşanerên tevgera şoreşê ne, rêber in. Li Kurdistanê di serî de jin, Kurdistan û gelên din ên hejar divê em hêviya xwe ya jinaneke azad ti carî ji bîr nekin.

Piştevaniya bi Kurdan re ji bo min rûmetek e. Her demê ji bo festîval an çalakiyên cih be ez amade me ku tevlî bibim. Silavên xwe ji bo hemû şervanên enternasyonalîst ên ji bo azadiya Kurdistanê şer dikin dişînim, dil, hunera minn her demê li gel we ye. Jin, jiyan azadî…"