BI DÎMEN

Di Hefteyên Festîvalê yên Viyanayê de atolyeya Şoreşa Jinê ya Rojava

Di çarçoveya Hefteyên Festîvalê yên Viyanayê de têklidarî Şoreşa Jinê ya Rojava atolye hate lidarxistin.

HEFTEYÊN FESTÎVALÊ YÊN VIYANAYÊ

Di çarçoveya hefteyên Festîvalê yên Viyanayê de ku 17'ê Gulanê li Awûstûryayê destpê kirin, bi mijara 'Şoreşa Jinê ya Rojava - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîstema Jinê ya Konfederatîf' atolye hate lidarxistin.

Atolyeya li ser Rojava ji aliyê Sarah Marcha ya ji Enstîtuya Jineolojiyê ya Brukselê ve hate birêvebirin. Sarah Marcha  têklidarî polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê ya li ser koka civakî û çandî ya jinên Kurd a li Mezopotamyayê nirxandineke kurt a dîrokî kir û piştre qala bingeha sîstema xweser a jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Jineolojiyê kir.

Karê atolyeyê bi eleqeyeke mezin a ji bo şoreşa jinê danê êvarê bi dawî bû.

Di çarçoveya Hefteyên Festîvalê yên Viyanayê de ku wê heta 23'ê Hezîranê dewam bikin, ji qadên şano, operas, muzîk, dans, performans, hunerên dîtbarî û aktîvîzmê 46 produksiyon û projeyên hunerî hene.