Di doza keça Kurd Mawda de pêşveçûnek nû

Li Belçîkayê piştî ku polîsan li wesayîteke penaberan reşand û keça Kurd Mawda jiyana xwe ji dest dabû, cara yekem polîs sûcdar hate dîtin. Tê payîn ku di nava salê de doz were vekirin.

Piştî salek û nîv bi ser mirina Mawda re derbas bû polîsê ku gule berdayî sûcdar hate dîtin. Dozgerê Mons Îgnacîo De La Serna polîsê ku gule reşandî 18’ê Kaûnê bi awayekî bê qest (mebest) bi cînayetê tê sûcdarkirin. Dozger ragihand ku çapemeniya Belçîkayê di daxuyaniya xwe de diyar krine ku ji bo vekirina dozê di sala 2020’an de tişta ji destê wan were wê bikin.

Beriya salek û nîvê nêzî 30 kesên ji Başûrê Kurdistanê li bajarê Dûnkerqûe yê Fransayê li kamyonekê hatibûn siwarkirin. Şeva 16-17’ê Gulana 2018’an ji Belçîkayê derbas bûn û xwestibûn xwe bighînin Îngîlteryê. Heta ku polîs nehatin metirsiyek tune bû. Piştre polîsan li rêya E42 ketîbûn pey kamyonê. Dema wesayîta polîsan nêzî kamyonê bû polîsekê gule reşandibû. Mawda ji serê xwe birîndar bûbû û rayedaran xwestibûn serê bûyerê bigrin. Lê rastî di demeke kurt de derket holê. Tevî vêya heta niha doz nehatiye vekirin.