Di civîna dijî nijadperestiyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
Li bajarê Linzê yê Awûstûryayê 140 rêxistinên civakî yên cuda di civîneke dijî nijadperestî û metirsiya rastigriya tund de li hev civiyan.
Li bajarê Linzê yê Awûstûryayê 140 rêxistinên civakî yên cuda di civîneke dijî nijadperestî û metirsiya rastigriya tund de li hev civiyan.
Civîna ji aliyê 'Tevna Antî Faşîstan a Awûstûrya Jorîn' ve hate lidarxistin û Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan jî di nav de derdora 140 rêxistin tevlî bûn.
Bi navê HBDH'ê li civînê axaftin hate kirin û bi taybetî zextên dewleta Tirk hatin nirxandin.
Qiseker bal kişand ser komploya 9'ê Cotmehê ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û bikaranîna gazên jehrî yên dewleta Tirk li dijî gerîla têne bikaranîn.
Li salona civînê bi dirûşma 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, Statu ji Kurdistanê re' standa agahdarkirinê hate danîn.