Di berxwedana Strasboûrgê de roja 77’an

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 77 roj in çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger didome. Kedkarên çapemeniyê hatin serdana çalakgeran û ew bi tenê nehiştin.

Kurdên li Ewropayê roj bi roj xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrgê ya Fransayê derdikevin a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin. Çalakgeran diyar kirin ku ew hêza xwe ji gel digirin.

KEDKARÊN ÇAPEMENIYÊ PIŞTGIRÎ DAN

Ji her çar aliyên Ewropayê serdanên piştgiriyê ya ji bo çalakgeran didome. Îro jî ji Belçîkayê gelek kedkarên çapemeniyê hatin Strasboûrgê û bi çalakgeran re civiyan.

Xebatkarên Medya Haber, Stêrk Tv û Dengê Radyoya Welat hatin serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger.

JI SÊ WELATAN BI SEDAN KES HATIN SERDANÊ

Ji gelek bajarên Elmanya, Swîsre û Fransayê bi sedan kes hatin serdana çalakgeran. Îro ji bajarên Kîel, Darmstadt, Bruchsal, Lahr, Mannheîm ê Elmanyayê û ji bajarê Baselê yê Swîsreyê û ji bajarên Parîs, Francy û Besançonê yên Fransayê gelek welatparêz û nûnerên gelek saziyan hatin serdana çalakgeran.

'WE RÊ NÎŞANÎ GEL DA'

Kerîm Xelîl ê ku hat serdna çalakgeran, got berxwedana ku bi Leyla Guven dest pê kirî îro li hemû cîhanê berbelav bûye.

Xelîl got Erdogan dixwaze moralê Tevgera Azadiya Kurd bişkîne lê ev hedefa wî bi ser neketiye û rewşeke berevajî vê derketiye holê û diyar kir, berxwedana greva birçîbûnê rê nîşanî gel daye.

BAŞARAN: EM HÊZA XWE JI GELÊ XWE DISTÎNIN

Çalakger Nurgul Başaran got desteka gel hêzê dide wan û li bara esareta 20 salan a Ocalan bi 'hevrêtî' berpirsyariya xwe bi cih neanîne û ji bo vê rexnedayina xwe dikin.

Başaran bal kişande ser çalakiyên paralelî grevên birçîbûnê û got ji bo tecrîd were şikandin berpirsyariya her kesî heye.

Başaran got, ''Em hêza xwe ji gelê xwe distînin'' û bal kişande ser giringiya desteka gel. Başaran di serî de Leyla Guven û Nasir Yagiz hemû berxwedêrên greva birçîbûnê s,lav kir û xwest ku xwedî li vê berxwedanê derkevin û her kes çalak be.