Di 8’ê Adarê de jinan peyamên berxwedanê dan

Li Toronto, Peîne, Frankfûrt û Amsterdamê ji bo 8’ê Adarê çalakiyên cihê hatin kirin.

Bi sedan Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanda hatin ba hev 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin û balkişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê.

Li gel saziyên jinan ên xebatên li Kanadayê dikin bi sedan jin tevlî çalakiya ji aliyê Mavenda Gel a Torontoyê ve hate organîzekirin bûn.  Yûsûf Îba yê li dijî tecrîda li ser Ocalan li Toronto di roja 56’an a grevê de ye jî tevlî çalakiyê bû. Îba di çalakiyê de axivî û bal kişand ser berxwedana jinan.

Piştî axaftinê sînevîzyonek hate nîşandan.

PEÎNE

Li bajarê Peîne yê Elmanyayê ji bo 8’ê Adarê panelek hate lidarxistin. Panela bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir siyasetmedara jin Leyla Bîrlîk endama YJK-E’yê Hakîme Yoûsef axivîn.

Leyla Bîrlîk got: “Em jin niha di demê dîrokê yê herî xirab de derbas dibin û ji bo li hember vê rawestin divê em xwe bi rêxistin bikin. Têkoşîna jina Kurd ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo hemû yên li cîhanê dijîne.”

Hakîme Yoûsef jî diyar kir ku ew vê rewzîlî û siyasetê napejirînin.

Piştî axaftinan û şûnde panel bi pirs û bersivan dewam kir. Panel piştî pirs û bersivan bi dirûşiman ve bi dawî bû.

FRANKFÛRT

Li bajarê Franfûrt a Elmanyayê jî meş û mîtîngek hate kirin. Jinên Kurd ên tevlî çalakiyê bûn, tecrîd li ser Ocalan protesto kirin û greva Leyla Guven û çalakvanên grevê silav kirin.

Meşa ji aliyê YJKE-Hessen ve hate organîzekirin, li Frankfûrt HBF’ê destpê kir. Meş bi tevlîbûna sedan jinên ji Frankfûrt, Gîssen, Maînz, Offenbach, Wîesbaden, Hanaû, Lîmbûrg û Bîngende saet 14:30’î destpê kir.

Jin bi cil û bergên xwe yên herêmî ve tevlî meşê bûn, flamayên YPJ’ê hatin hildan û dirûşmên ‘Bijî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê’, ‘Bijî berxwedana Leyla Guven’ û ‘Bijî Berxwedana YPJ’ hatin qîrkirin.

Mîtînga ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir. Di mîtîngê de li ser navê YJK-E’yê ya Hessen Vîldan Dîrîk axivî.

Mîtîng bi xwendina belavoka Elmanî a li ser 8’ê Adarê bi dawî bû.

AMSTERDAM

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarê Amsterdam a Hollandayê bi meşek meşaleyî û mîtîngekê hate pîrozkirin.

Li ser banga Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), Tevgera Jinên Kurd dîsa Komîsteya Enternasyonalîst a 8’ê Adarê jinên ji Hollandayî, Kurdistanî, Tirkiyeyî, Arjantşnî, Filîpînî, Efrîkayî, Îranî, Efganî yên li Hollanda dijîn li Qada Dam hatin ba hev, li vir mîtîngek kirin.

Erkek ve devlet şiddetiyle katledilen kadınları anmak için yapılan görsel sunumda kısa tanıtımlarla Hannie Schaft, Ivana Hoffman, Sakine Cansız, Hümeyra, Arjantin’de, Filipinler’de, İran’da ve dünyada katledilen kadınlar anıldı.