BI DÎMEN

Dewleta Tirk li Viyanayê hate şermezarkirin

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê li pêşiya parlamentê êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin.

ÇALAKIYA LI VIYANAYÊ

Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Viyanayê ve hate lidarxistin, roja Şemiyê saet di 18:30'î de destpê kir.

Di çalakiyê de ku dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin, her wiha bêdengiya hêzên navneteweyî û hevkariya PDK'ê ya ji dagirkeriyê re hate şermezarkirin.

Di dema çalakiyê de daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Dewleta Tirk bi çekên ji dewletên Yekîtiya Ewropayê wergirtî ji bo dagirkeriyê êrişan dike."

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla", "Hoch die internationale Solidaritaet" û "NATO finanziert, Tuerkei bombardiert" hatin qîrîn.