Dewleta Tirk li Den Haag û Heldeshîmê hate protestokirin

Êrîşên qirker û dagirkirinê yên dewleta Tirk li bajarê Den Haag ê Hollanda û Heldesheîm a Elmanyayê hatin protestokirin.

DEN HAAG

Êrîşên dagirker ên dewleta tirk û zextên li ser HDP’ê li bajarê Den Haag a Hollandayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Çalakiya ku Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) organîze kir, li pêşiya Parlementoya Hollandayê pêk hat. Çalakî piştî xwendina belavoka bi zimanê Hollandî û Îngîlîzî bi dawî bû.

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê jî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê, provakasyona li Zînî Wertê, şideta li ser jinê, zextên li ser HDP’ê û operasyonên qirkirina siyasî protesto kirin.