Dewleta Tirk li Berlîn, Dusseldorf û Kolnê hat şermezarkirin
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst li bajarên Berlîn, Dusseldorf û Koln yên Elmanyayê bikaranîna çekên kîmyewî û êrîşên dagirkeriyê ên dewleta Tirk şermezar kirin.
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst li bajarên Berlîn, Dusseldorf û Koln yên Elmanyayê bikaranîna çekên kîmyewî û êrîşên dagirkeriyê ên dewleta Tirk şermezar kirin.
BERLÎN
Ciwanên enternasyonalîst li ber navenda Partiya Keskan a li Berlînê çalakî li dar xistin.
Çalakgera xwestin êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî dike were lêkolîn û bila êrîşên li ser Rojava were sekinandin.
Li gorî agahiyan polîsan li cihê çalakiyê kesek destgîr kirine. Hate hînbûn, nîvê komê ji aliyê polîsan ve tê girtin û çalakî piştî ku li gel xebatkarekî Partiya Keskan hevdîtin hatiye kirin bi dawî bû.
DUSSELDORF
Li Dusseldorfê komek ciwanên enternasyonalîst li ber avahiya Partiya Keskan li hev civiyan û sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
Di dema çalakiyê de polîsan li ber avahiya partiyê tedbîrên giran girtin.
Çalakger ji bo balê bikişînin ser bikaranîna çekên kîmyewî û êrîşên li ser Rojava ji bo endamên Partiya Keskan axaftinek amade kirin û bang li Partiya Keskan kirin ku li hember êrîşan bikevin tevgerê.
KOLN
Li ber avahiya konsolosxaneya Tirk a li Kolnê jî çalakiyek hat lidarxistin. Dema ku nûçe ji bo weşanê dihat amadekirin çalakî hê didomiya.