BI DÎMEN

Dewleta Tirk a dagirker li Frankfûrtê hat protestokirin

Li Frankfûrtê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate protestokirin û banga xwedîderketina li Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û Kurdistanê hate kirin.

Êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi daxuyaniyekî hat protestokirin.

Girseya ku bi banga Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li Frankfûrt Haûptbahnhofê li hev civiyan, gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Kujer Erdogan” û “Terorîst Turkiye” berzkirin.

Di çalakiyê de banga xwedîderketina li Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û Kurdistanê hate kirin û hat xwestin ku demildest êrîş bên rawestandin.