NÛ BÛ I

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Ewropayê hat şermezarkirin

Kurdistanî û dostên wan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û banga xwedîderketina li Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û Kurdistanê kirin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ TÊN PROTESTOKIRIN

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajarên Mannheîm û Dûîsbûrg ê Elmanyayê û li bajarê Bern ê Swîsreyê bi mitîngan hate protestokirin.

MANNHEÎM

Êrîşên nû ya dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi mîtîngekê hate protestokirin. Bi dehan Kurdistanî û dostên wan ku bi banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) li stasyona trenê Mannheîmê li hev civiyan, dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî Serok Apo” û “Dîktator/Kujer Erdogan” berz kirin.

Di mîtîngê de daxuyaniya ku KCDK-E li dijî êrîşên dagirkeriyê amade kiribû hate xwendin. Piştre nûnera Partiya Marksîst Lenînîst a Elmanyayê (MLPD) axaftinek kir. Nûner medyaya ku sûcên şer ên li Ûkranyayê, Hamas a faşîst û rejîma Îsraîlê ku êrîşê Filîstinê dike, dike nûçe rexne kir ku tu nûçeyên têkîldarî êrîşên dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd nake û wiha got: “Ji ber ku Tirkiye hevkarekî girîng ê NATO’yê ye ku hikûmeta Elman çekên herî nûjen dide. Şeva 16’ê Nîsanê artêşa Tirk êrîşekî hovane li ser herî kêm 5 gundên Metînayê pêk anî. Metîna li Başûrê Kurdistanê cih digire. Ji wê demê ve ev hêrêm timî tê bombebarankirin. Qadên wan ên êrîşê gav bi gav berfireh bû. Di bombebaranan de ji xeynî helîkopter û balafirên şer ji bejahiyê ve roket û obus hatin bikaranîn. Êrîşa dagirkeriyê ya mezin ku demeke direj e li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Metînayê hatibû ragihandin, roja yekşemê pêk hat. Bi taybet rola PDK’ê ya di êrîşên dagirkeriyê de şerm e. Ev şerê ku hiqûqa navneteweyî binpê dike, di heman demê de gef li herêmên xweser û demokratîk ên Rojava dixwe. Li hemberî van di medyayê de bêdengiyeke mezin çêbû. Ji ber vê yekê pêwîste vê yekê ji raya giştî re rabigihînin.”

Mitîng bi dirûşmeyên li dijî êrîşên dagirkeriyê bi dawî bû.

DÛÎSBÛRG

Kurdistanî û dostên wan bi banga Navenda Civaka Kurd Demokratîk (DKTM) a Dûîsbûrgê di saet 18:00’an de li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û Êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Metînayê protestokirin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û ev tişt hatin gotin: “Êrîşên ku şefê faşîst Erdogan beriya serdana Bexdayê da destpêkirin, li dijî gund û bajarokên Metînayê ye. Pir eşkere ye ku şefê faşîst Erdogan, armanc dike ji bo daxwazên xwe di erefeya serdana xwe de ji rêveberiya herêmê û PDK’ê re bide qebûlkirin, zextê bike. Bi heman awayî dixwaze rêveberiya Iraqê jî bike parçeyek ji dagirkeriyê.”

Di çalakiyê de xiyaneta PDK’ê hate şermezarkirin û wiha hat gotin, “Ji gerîlayê re bibin mertal û desthilatdariya faşîst hilweşînin.”

Di çalakiyê de  banga xwedîderketina li Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û Kurdistanê hat kirin.

Nûnerên AGÎF-ATÎF, Partîzan û Rêxistina Ciwanên Navneteweyî ya Elman ku beşdarî mîtîngê bûn, axaftinek kirin û anîn ziman ku bi gelê Kurd re di nava hevgirtinê de ne.

Di mitîngê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bimre Xiyanet”, “Kujer Erdoğan” ve “Terorîst Tirkiye” hat berzkirin.

BERN

Li bajarê Bern ê Swîsreyê operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk ku li Metînayê daye destpêkirin, bi daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştinê hate protestokirin.

Çalakî li stasyona trenê ya Bernê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Bernê Burhan Karakoç axivî.

Karakoç wiha got: “Em vê operasyona faşîst protesto dikin. Em bang li raya giştî ya Ewropayê dikin; Divê êdî Tirkiye were teşhîrkirin û li dijî êrîşan were derketin.”

Siyasetmedar Ferhat Encu ku beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku dewleta Tirk her roj li dijî gelê Kurd êrîşan pêk tîne û wiha got: “Erdogan îro çû serdana Hewlêr û Bexdayê. Armanca vê serdanê ew e ku bi Berzanî re ku hevkariyê pêre dike, li çiyayên Kurdistanê êrîşên nû bide destpêkirin. Dixwazin bi PDK û hikûmeta Bexdayê re çiyayên Kurdistanê û gelê Kurd tune bikin. Lê heta ku em Kurdistanê azad bikin, têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin."

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî Saadet Sûrer axivî. Sûrer got, “Em ê ti carî gerîlayên azadiya Kurdistanê bi tenê nehêlin” û bertek nîşanî Malbata Barzanî da ku bi dewleta Tirk re hevkariyê dike.

Piştî axaftina Sûrer, banga tevlîbûna çalakiyên li dijî êrîşên dagirkeriyê hat kirin ku yên bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bê lidarxistin.

Kurdistaniyên ku piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê kirin, bi berzkirina dirûşmeyan êrîşa dagirkeriyê şermezar kirin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi mîtîngekê hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Meclîsa Nav Berlînê li qada Alexanderplatz a ku yek ji cihên herî qelebalix ê Berlînê ye li hev civiyan û ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz girtin. Di mîtîngê de hat gotin ku dewleta Tirk a qirker piştî têkçûna hilbijartinên 31’ê Adarê û ji bo desthilatdariya xwe bidomîne bi balafirên şer, helîkopter, top û obusan re tevî PDK’ê li Metînayê dest bi hewldana dagirkeriyê kir. Di mîtîngê de ev tişt hatin gotin: "Em ê dewleta Tirk û hevkarên wê yên ku dixwazin bi komkujiyên Kurdan hebûna xwe bidomînin, li her qadê teşhîr bikin û bêdengiya dewletên Ewropayê şermezar bikin."

Di çalakiyê de dirûşmên "Bimre xiyanet", "Zap, Avaşîn, Metîna, berxwedana gerîla" hatin berzkirin.

PARÎS

Li banliyoya Evry a paytexta Fransa Parîsê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyek hate lidarxistin. Kurdistaniyên ku bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev kom bûn ji qada şaredariya Corbeîlê heta îstasyona Corbeylê meşiyan. Di çalakiyê de berxwedana gerîla hat silavkirin û bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re hat dayîn.

SAARBRUCKEN / DRESDEN

Li bajarên Saarbrucken û Dresden ên Elmanyayê jî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê bi mîtîng û daxuyaniyekê hat şermezsrkiri. Di çalakiyan dirûşmeyên dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Terorîst Erdogan” û “Bimre xiyanet” hatin berzkirin.

Di çalakiyan de xiyaneta malbata Barzaniyan hat şermezar kirin û berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hat silavkirin.

SWÎSRE

Li bajarên Lozan, Zurîh, Cenevre, Luzern û Baselê jî êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîl” û “Bimre xiyanet” hatin berzkirin.

Di çalakiyan de hate gotin ku wê gelê Kurd li dijî xiyaneta PDK’ê û êrîşên dagirkeriyê li qadan bin û gotin: “Em ji vir heta qadên azad Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe didin silav dikin. Em hevkarên dagirkirinê hişiyar dikin; kî cihê xwe di vê dagirkeriyê de bigre, wê cihê xwe di sergoyên dîrokê de bigrin. Bijî berxwedana gerîla.”

CENEVRE

LUZERN

LOZAN

BASEL

WÊ SIBE ST. GALLEN, WINTERTHUR û SOLOTHURN LI QADAN BIN

Kurdistaniyên li bajarên St. Gallen, Winterthur û Solothurnê dijîn, wê sibe bi pêşengiya Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) dakevin qadan û êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar bikin.

Navnîşana çalakiyan wiha ye:

St Gallen / di saet 17.00’an de li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd

Winterthur / di saet 18.30’an de li ber Bahnhofplatz

Solothurn / di saet 16.00’an de li ber Bahnhofplatz