Deweleta Tirk li Yewnanistan û Qibrisê hate protestokirin
Li paytexta Yewnanistan Atîna û bajarê Lavrîo û bajarê Lîmassol a Qibrisê dagirkeriya Tirk bi çalakiyan hate protestokirin.
Li paytexta Yewnanistan Atîna û bajarê Lavrîo û bajarê Lîmassol a Qibrisê dagirkeriya Tirk bi çalakiyan hate protestokirin.
Çalakiyên protestokirina êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê bê navber dewam dike.
ATÎNA
Li ser banga Însyatîfa Ciwanên Kurdistan û Meclîsa Ciwanên Syrîza li Atînayê bi sedan ciwanên hatin ba hev li pêşiya Sefaretxaneya Tirk êrîşên dagirkeriyê protesto kirin.
LAVRÎO
Li bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê jî bi sedan Kurdistanî û dostên wan bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava ptoestokirin. Di meşê de têkildarî dagirkeriya Tirk belavok hatin belavkirin.
LÎMASSOL
Li bajarê Lîmassol a Qibrisê jî ciwanên Kurd ên li Qqda Parka Moloz daketin kolanan û dagirkerî protestokirin. Ciwanan peyama heta dagirkerî hebe wê li qadan bin da.