Desteya Pîran FEDA: Qeyûm Mûaviyeyên roja me ne

Desteya Pîran a Federasyona Elewiyên Demokratîk qeyûmên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li Şaredariyên Amed, Mêrdin û Wanê weke Mûaviyeyên roja me nirxand

Di daxuyaniya de ya ku ji aliyê Desteya Pîran ve hatî kirin dagirkeriya qeyûman a desthilatdariyê weke encama têgihiştina Emevî diyar kir û wiha got; “Li her cihê ku qeyûm, zilm û binpêkirinên mafan hebe eger em sekna Huseyînî nîşan nedin ev tê wateya ku me dev ji rêya xwe berdaye.”

Di daxuyaniya desteyê de ev tişt hate gotin; “Seyît Riza li her cihê ku neheqî hebe Kerbela ye. Qeyûm jî Mûaviyeyên roja me ne. Em Rêya Elewî Pîran li beramberî hişmeniya neheqiyê û zilmê dev ji rêya xwe bernadin. Bi wesîleya Meha Muharremê li her cihê cîhanê li dijî têgihitina nehat em bi baweriya xwe li gel gelên ku mafê wan hatine binpêkirin in.