‘Demokratîkbûna Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd re pêkan e’

Doç. Dr. Fîkret Başkaya anî ziman ku ji bo behsa pêvajoyê bê kirin divê ewilî şert û mercên aştiyê bên avakirin û got: “Demokratîkbûna Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd re pêkan e.”

DOÇ. DR. FÎKRET BAŞKAYA

Di 22’yê Cotmeha 2024’an de Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê de axivî û ji bo Rêber Apo behsa mafê hêviyê kir û xwest ew li Meclîsê biaxive. Rêber Apo di 27ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” bi raya giştî ya cîhanê re parve kir. Banga Rêber Apo wekî manîfestoya sedsalê hat pênasekirin. Bi sedan siyasetmedar, niviskar û rewşenbiran piştgirî da peyama Rêber Apo. Nûnerên dewletan piştgirî dan banga Rêber Apo.

Doç. Dr. Fîkret Başkaya derbarê hevdîtinên hatine destpêkirin de axivî û got ku dewlet hestekî ne bi ewle dide û bi bekaya dewletê li pirsgirêkan dinêre. Başkaya anî ziman ku dewlet ji çareserkirina pirsgirêka Kurd zêdetir fikra bekaya xwe dike û wiha axivî: “Vekirina pirsgirêkê û zimanê tê bikaranîn baweriyê nade. Ez difikirim ku mesele ji çareserkirina pirsgirêka Kurd zêdetir, bi pirsgirêka bekaya dewletê re girêdayî ye.”

‘GELO BAWERÎ BI GOTINA REJÎMÊ TÊ?’

Başkaya da zanîn ku bawerî bi rejîmekî ku ji nirxên exlaqî dûr ketiye nayê anîn û wiha pê de çû: “Çareseriya pirsgirêkê bi têkoşînê pêkan e. Fikarên rejîma Îslama Siyasî yên wekî aştî, demokratî, mafên mirovan û aramiya civakê tine ye. Armanc dikin ku Tirkiyeyê bikin Mîritiya Îslamî û her di desthilatdariyê de bimînin. Gelo bawerî bi rejîmekî ku li gorî qanûnên destûra bingehîn jî naçe û dûrî nirxên exlaqî ketiye tê anîn? Li gorî min divê bi vê rejîma dijminê gel re bazar nayê kirin, pêşî divê ji bo derbaskirina vê têkoşîn were kirin. Tenê piştî vê pirsgirêk derbasî zemînekî çareseriyê bibe û wate û nirxekî bi dest bixe. Di nava şaşitiyekî mezin de rastiyekî biçûk pêkan nîne. Divê pêşî rejîmê bînin astekî ku pirsgirêkê çareser bike û piştre rûnin ser masê. Ya rast wisa xuya dike ku pirsgirêk ji Tirkiyeyê zêdetir bi wesîleya dîzayna emperyalîst a li Filîstin, Lubnan û Suriyeyê bûye rojev.”

Başkaya diyar kir ku tişta ku tê jiyîn wekî pêvajoya aştiyê nayê pênasekirin û got ku divê şert û mercên aştiyê were avakirin. Başkaya bilêv kir ku bêyî hesapdayîneke radîkal ti pirsgirêk çareser nabe û wiha got: “Ji bo ku qala pêvajoya aştiyê bê kirin, divê pêşî şert û mercên aştiyê bên avakirin. Çareseriya pirsgirêka Kurd tenê bi demokratîkbûna Tirkiyeyê re pêk were. Ez bi xwe nafikirim ku di zîhniyeta ‘dewleta pîroz’ de nermbûnek çêbûye. Qabiliyeta vê rejîmê ya nermbûnê nîne. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi paqijiyekî radîkal heye. Welat hepsî dîmenekî hilweşînê bûye. Têgeha ‘krîzê’ rewşa ku Tirkiye di nav de ye pênase nake. Ev hilweşîn e.”