Dema berxwedana li hemberî dagirkeran e
Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker didome. Ji her beşên civakê jî mirov li hemberî van êrîşan berteka xwe nîşan didin.
Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker didome. Ji her beşên civakê jî mirov li hemberî van êrîşan berteka xwe nîşan didin.
Dr. Pervez Hoodbhoy yê ku li Zanîngeha Quaîd Azam a Îslamabadê profesorê fîzîkê ye derbarên êrîşên li ser gelê Kurd got ku “Emerîkayê gelê Kurd avête ber destê dewleta Tirk û barbarên DAÎŞ’ê û ev îxaneteke gelekî mezin. Ez li ser navê Pakîstaniyên pêşverû piştgiriyê didim şervanên Kurd ên ku li ber xwe didin.”
Nivîskar Dubravka Ugrezic a Hirvat jî got ku “Wekî gelek mirovên li çar aliyên cîhanê ez jî heyranî jinên bi culhet ên Rojava me. Bi fikra xwe ya femînîst û dilê xwe ez piştgiriyê didim doza wan. Divê em dilê xwe bikin yek. Têkçûna gelê Kurd têkçûna me ye jî.”
Alîkarê serokê berê yê PEN’a navneteweyî Lûcîna Kathmann û Serokê PEN’a San Mîguelê Jûdyth Hîll jî bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî dagirkeriya li Rojava dan. Di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ew piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd û gotin ku “Êrîşên li ser têkoşîn û azadiya gelê Kurd tê wateya êrîşên li ser mafê me û em dixwazin operasyona leşkerî ya li ser Sûriyeyê were sekinandin. Em diyar dikin ku em piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd.”
PARTIYA HEVGIRTINÊ YA EFGANAN (SPA): EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN ROJAVA
Partiya Hevgirtinê ya Efganistanê (SPA) jî daxuyaniyek da û got ku “Bavê DAÎŞ’ê Erdogan careke din êrîşî gelê Rojava kir. Em dizanin ku DYE îxanetî Kurdan kir û ji ber vê ev êrîş pêk hat.
Niha dem dema berxwedanê ye û em îlhamê ji gelê Rojava yê berxwedêr werbigirin. Divê em têkoşîneke hevpar bimeşînin û piştgiriyê bidin hev.”