Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze ji bo meşa 25’ê Hezîranê banga seferberiyê kir

Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze ku gelek sazî jî di nav de cih digirin, ji bo meşa mezin a li bajarê Dusseldorfê banga seferberiyê kir.

Li hemberî şerê qirêj ê dewleta Tirk ku li Kurdistanê dide meşandin gelek sazî ketin nava liv û tevgerê. Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze (Defend Kurdistan) ku gelek sazî jî di nav de cih digrin, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hatin cem hev û ji bo meşa li Ewropayê ya 25’ê Hezîranê li bajêr bê lidarxistin, civîneke plansaziyê pêk anîn. Piştî civînê Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut û Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç ji bo tevlêbûna meşê bang kir.

Hevserokan diyar kirin ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Kurdistanê roj bi roj digihêje asteke ku nirxên exlaqî yên mirovahiyê derbas dike û gotin: "Ji bo demildest dawî li vî şerê qirêj were em seferberiyê radigihînin.“

Hevserokan ji bo meşê ev bang kir:

“Divê gelê me bi dostên me re di 25’ê Hezîranê de ji bo meşa dîrokî a li dijî şerê qirêj ê dewleta Tirk a faşîst ev du sal in li Kurdistanê dimeşîne berê xwe bidin Dusseldorfê.

Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov a biçek êrîşî Başûrê Kurdistanê û Rojava dike, bi taybetî li cihên sivîlan bûye sedema mirina gelek welatiyên Kurd, zarok û jinên Kurd. Dewleta Tirk a ku bi bombekirina cihên sivîlan feraseta ‘Me li terorîstan xist‘ afirand, komkujî di raya giştî ya navneteweyî de asayî kir û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî jî bi bêdengiya xwe hema bêje piştevaniyê dide van komkujiyên dewleta Tirk. Dîktator Erdogan sûcdarê şer e. Rejîma şer a AKP-MHP’ê ku gelek êrîşên dagirkeriyê li dijî Gerîlayên Azadiya Kurd pêk anîne, dema ku encam negire, bi bikaranîna gazên bi jehrî yên qedexe û kujer dixwaze encamê bi dest bixe. Heta Erdoganê ku sûcê şer kiriye bê darizandin em ê di nava seferberiyê de bin. Em weke Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze (Defend Kurdistan) di çarçoveya van sûcên şer de, ji bo ku raya giştî ya navneteweyî bê avakirin seferbertiyê radigihînin.“

Tê payîn ku Kurdistanî û dostên wan di 25’ê Hezîranê de bi sedan otobus û wesayîtan ji bo meşa mezin a Dusseldorfê berê xwe bidin bajêr û tev li meşê bibin. Girseya gel wê di saet 9.00’an de li ber Dusseldorf HBF’ê kom bibin û di saet 11.00-11.30’an de dest bi meşê bikin.