Defend Kurdistan li dijî astengiyên li Dusseldorfê helwest nîşan da

Endamên Defend Kurdistan (Insîyatîva Kurdistanê Biparêze) li Dusseldorfê ya Elmanyayê ji hêla Kurdan û dostên wan ve hatin pêşwazîkirin.

Endama şandeyê Sîna Reîsch ku dema li Dusseldorfê hatî pêşwazîkirin daxuyanî da û got şandeyeke ji 150 kesî pêk hatî xwestine ku biçine Başûrê Kurdsitanê lê gelek hevalên wan ji hêla Elmanyayê ve hatine astengkirin, bi dehan jê li Hewlêrê hatin dersînorkirin.

Reîsch got, ''Elmanya bi hinceta ku têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re wê ne baş bibin şandeya aştiyê asteng kiriye.''

Reîsch bi berdewamî got, ''Ev tê maneya ku di şerê Kurdistanê de dewleta Elman li aliyê Tirkiyê disekine''. Reîsche got ji bo ku dagikeriya Tirk a li Kurdistanê rawestînin û pêşî li şerekî nav Kurdan bigirin çûne Başûrê Kurdistanê.

Reîsch bi berdewamî got, ''Lê PDK'ê em asteng kirin, bernameya ku me dixwest em pêk bînin ji hêla PDK'ê ve hate astengkirin û ev jî nîşan dide ku PDK li aliyê Tirkiyê disekine. Dema ku em gelê Başûr re axivîn dibêin ew dagirkeriya Tirk qebûl nakin.''

Reîsch got dema rejîma Sedam Hisên ê dîktator sala 1998'an bi çeka kimyewî 5 hezar Kurd kuştin wan serdana Helepçe kiriye û got, ''Gazên ku li wir hatine bikaranîn dewleta Elman dabû û Elmanya ji Kurdan lêborîn nexwest. Elmanya divê ji Kurdan lêborînê bixwaze û di vî şerî de li aliyê Tirkiyê nesekine.''