BI DÎMEN

Danişîna Serdar Karakoç hat dîtin: Biryar wê di 7’ê Tebaxê de eşkere bibe

Danişîna rojnamevan Serdar Karakoç ê li ser daxwaza Elmanyayê bi hinceta xala 129b'ê li Holandayê hatibû binçavkirin û piştî mehekê bi şert hate berdan, hat dîtin. Dadgehê wê biryara xwe ya dawî di 7’ê Tebaxê de eşkere bike.

Rojnamevan Serdar Karakoç ê bi salan e ji bo kevneşopiya çapemeniya azad dixebite, di 23’yê Gulanê de li ser daxwaza Elmanyayê bi hinceta xala 129b'ê li mala xwe ya li Holandayê hatibû binçavkirin û girtin. Karakoç di 14'ê Hezîranê de bi kefaleta 5 hezar euro bi şert hatibû berdan. Rojnamevan Karakoç ku hefteyê carekê îmze davêje, pasaporta wî jî hatibû desteserkirin.

Daraza Hollandayê danişîna biryarê ku Serdar Karakoç radestî Elmanyayê bikin an ne di 24’ê Tîrmehê piştî nîvro li Edliyeya Amsterdamê dît.

Beriya danişînê bi dehan rojnamevan, nivîskar û siyasetmedarên ji welatên cuda yên Ewropayê li ser banga Însiyatîfa Azadî ji Serdar Karakoç re li pêşiya avahiya edliyeyê li hev civiyan.

Şandeya dadgehê bi hinceta ku li salonê cih nîne destûr da ku di hejmareke sînorkirî de kes beşdar bibin. Komeke ji rojnamevan û siyasetmedar dozê şopandin. Parêzerên Karakoç jî li salonê amade bûn.

Şandeya dadgehê bi bîr xist ku fealiyetên mijara dozê li Elmanyayê çêbûne û ne pêkan e ku naveroka wê bi daraza Hollandayê re were destgirtin.

Şandeyê diyar kir ku daraza Elmanyayê îdiayên di dosyayê de weke fealiyetên “rêxistina terorê” dinirxîne, lê ev îdîa ne îdiayên daraza Hollandayê ne, lewma  wê nekevin naveroka dosyayê û tenê daxwaza radestkirina Elmanyayê nîqaş bikin.

Piştî agahdarkirinên şandeya dadgehê, parêzerên Karakoç parastin kirin. Parêzer destnîşankirin ku dewleta Elmanyayê her fealiyetên civaka Kurd krîmînalîze dike û fealiyet Serdar Karakoç ên li Elmanyayê ku bûye mijara dozê, ji xeynî fealiyetên çapemenî û siyasî ne tiştekî din e.

Parêzer diyar kirin ku her kesê ku têkoşîna siyasî dimeşînin û rojnamevanî dikin ji aliyê dewleta Tirk ve bi terorê tê sûcdarkirin. Parêzeran destnîşan kirin ku ev pêkanîn tê xwestin bi zexta dewleta Tirk re li welatên Ewropayê jî bikeve meriyetê û gotin ku doza ku derbarê rojnamevan Serdar Karakoç de li Elmanyayê hatiye vekirin jî yek jî minakên vê yên dawî ye.

Parêzeran bal kişandin ser têkîliyên di navbera dewleta Tirk û Elmanyayê de jî. Parêzeran xwestin daxwaza Elmanyayê ya ji bo radestkirina Serdar Karakoç bê redkirin.

Piştî parastinên parêzeran meqama îdiyayê mafê axaftinê girt. Diyar kir ku ew ê nekevin nava nirxandina ku bê ka Karakoç sûcdar e yan ne û got ku divê biryara têkîldarî Karakoç ji aliyê daraza Elmanyayê ve bê dayîn. Her wiha diyar kir ku ger Elmanya Karakoç sûcdar bibîne û ceza bide jî divê li Hollandayê girtî bimîne.

Piştre gotinên dawî yên Serdar Karakoç hat pirsîn. Serdar Karakoç anî ziman ku ew bi salan li Tirkiyeyê rojnamevantî kiriye û li Ewropayê jî ku neçarî hatiye, rojnamevantiyê kiriye. Karakoç got: “Ez zêdeyî 20 sal in li Hollandayê dijîm. Di vê pêvajoyê de gelek caran çûm Elmanya, Fransa û welatên din ên Ewropayê. Di salên 2017 – 2018’ê de ku Elmanya min bi wan salan sûcdar dike û piştî wê gelek caran çûm û hatim. Sedema bingehîn a van hatin û çûyînên min xebatên min ê rojnamevaniyê ye. Her wiha hinek ferdên malbata min li Elmanyayê dijîn. Li gel ku xebatên min ji raya giştî re vekiriye jî dewleta Elmanyayê min bi xala 12b’ê yanî ji endamtiya rêxistina terorê didarizîne.”

BIRYARA DAWÎ WÊ 7’Ê TEBAXÊ WERE RAGIHANDIN

Karakoç bal kişand ser xebatên MÎT’ê yên li Elmanyayê û got: “Di raporên fermî yên berê ya Elmanyayê de hatibû ragihandin ku 6 hezar endamên MÎT’ê yên çalak li Elmanyayê fealiyet dikin. Ev kesane gelek caran gef li Kurd, kesên mûxalîf, siyasetmedar û rojnamevanan xwarin. Ez jî ji bo vê rewşê lêkolîn bikim û ji bo bi kesên gef li wan hatiye kirin re roportajê bikim çûm Elmanyayê. Parlementerên Elmanyayê ku gef li wan hatibû xwarin jî hebûn, min bi wan re jî roportaj kir. Ji ber vê yekê jî eşkere ye ku di doza derbarê min hatiye vekirin de tiliyê dewleta Tirk heye.”

Piştî parastina Serdar Karakoç, şandeya dadgehê biryara berdewamiya şertên kontrola edlî da. Dadgehê ragihand ku biryara dawî ku Karakoç radestî Elmanyayê bê kirin an ne wê di 7’ê Tebaxê de bide.