BI DÎMEN

Danişîna Saka yê li Hamburgê girtiye hat dîtin

Danişîna welatparêzê Kurd Kadîr Saka ê li Girtîgeha Dammtor a Hamburgê tê girtin, hat dîtin.

DANIŞÎNA KADÎR SAKA DESTPÊ KIR

Danişîna welatparêzê Kurd Kadîr Saka ê di mehên borî de bi îdiaya xala 129 a destûra bingehîn a Elmanyayê binpê kiriye li Bremenê hat girtin û şandin Girtîgeha Dammtor a Hamburgê, li Hamburgê dest pê kir.

Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a Hamburgê hat dîtin. Malbata Saka û Kurdistanî tevlî danişînê bûn.

Kadîr Saka pirsa “Cihê jidayikbûna te li kûdere" bersiva" Kurdistan” da û bi Kurdî bersiva pirsan da.

Parêzerê Saka Garîela Heîncke diyar kir ku muwekîla wê di çarçoveya qanûnên cezayê yên Elmanyayê de tevlî tu sûcan nebûye û îşaret pê kir ku PKK ji aliyê NY’ê ve weke ‘terorîst’ nayê dîtin.

Danişîna Kadîr Saka wê roja Pênçşemê di saet 10:30’an de dewam bike.