Danîmarka wê penaberên ji Sûriyeyê bişîne welatê wan

Serokwezîra Danîmarkayê diyar kir ku wê penaberên ji Sûriyeyê bişîne welatê wan.

Serokwezîra Danîmarkayê Mette Fredrîksen diyar kir ku wê ‘destûra rûniştinê’ ya penaberên Sûriyeyê were betalkirin û wan bişînin welatê wan. Danîmarka wê di nav Yekîtiya Ewropayê de bibe welatê yekemîn ku destûra penaberan a mafê rûniştinê betal dike û wan dişîne welatê wan.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li dijî şandina penaberên ji Sûriyeyê derket. Serokwezîr Mette Fredrîksen guh neda rexneyên rêxistinên mafên mirovan.

Nîqaşa şandina penaberan li parlementoyê hate kirin û piraniya partiyan piştgirî dan şandina penaberan. Serokwezîr diyar dike ku wê van penaberan li derdora Şamê bi cih bikin.

Danîmarka dixwaze sînorê xwe ji penaberan re bigire û li ser sînoran jî penaberiyê bide sekinandin û penaberan bişînin kampên li welatên Efrîkayê.

Wezîrê Koçberiyê berê jî gotibû; “Tu pirsgirêkên me ji gelên ji Emerîkaya Latîn û Rojhilata Dûr tune. Pirsgirêkên me bi penaberên ji Efrîka û Rojhilata Navîn e.”

Di gava pêşîn de wê Danîmarka 9 hezar penaberan bişînin welatê wan.