BI DÎMEN

Damezrandina PKK’ê li Frankfurt’ê hate silavkirin

Salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê, li Frankfurt’ê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi sedan Kurdistanî bi wesîleya salvegera 46’an a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) hatin ba hev.

Şahî li salona Frankurt Saalbau hate lidarxistin. Siyasetmedar Osman Kapan axivî.

Kapan diyar kir ku damezrandina PKK’ê qasî jinûve zindîbûna neteweyekê, bi wate ye.

Kapan bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û got, “Azadiya Rêber Apo êdî teqez e. PKK partiya wêje û çandê ye. Bi vê wateyê di mijarên sereke yên mîna çawa tê jiyîn û çawa berxwedan tê raberkirin de, ji dervey civaka Kurd ji bo nasname û civakan jî bûye çavkaniya îlhamê. Li ser vî bingehî Rêber Apo çavkaniya sereke ya felsefeya jiyana PKK’ê ye. PKK di şexsê paradîgmaya Rêbertî de, têkoşîneke jinê ye. Em li dijî sîstema tecrîda Îmraliyê rabin û Rêber Apo azad bikin.”

Piştî axaftinan, li ser dîroka PKK’ê sînevîzyonek hate temaşekirin.

Şahî bi stranên Hozan Şemdîn, Koma Azad, bi şano û govendê bi dawî bû.