Dadgeha Swîsreyê: Şerê li dijî DAÎŞ’ê birûmet e

Welatiyê Swîsreyê Johan Cosar ku li dijî DAÎŞ’ê şer kiribû, di derbarê wî de doz hatibû vekirin hat berdan. Dadgeha Leşkerî şerê li dijî DAÎŞ’ê weke helwestekî birûmet nirxand.

 Welatiyê Swîsreyî Johan Cosar ku bi eslê xwe Suryaniye, di navbera salên 2012-2015’an de dibin banê Konseya Leşkerî ya Suryan  (MFS) de li dijî DAÎŞ’ê şer kir. Cosar piştî ku vegeriya Swîsreyê ji aliyê Dadgeha Leşkerî ya Bellîzzonayê ve bi sûcê ‘Weke endamê artêşa Swîsreyê, bêyî agahiya artêşê li ser xaka welatek cuda tevlî şer bûye’ doz hatibû vekirin.

Cosar ji sala 2016’an ve bi awayekî ne girtî tê darizandin. Îro rûniştina biryarê ya dozê li Dadgeha Leşkerî ya Federal a Bellîzonayê pêk hat. Cosar û parêzerên wê, nûnerên Yekîtiya Suryan a Ewropa û gelek welatî beşdarî rûniştina dozê bûn û pişgirî dan Cosar.

DADGEH: ŞERÊ LI DIJÎ DAÎŞÊ BIRÛMET E

Piştî parastina Cosar û parêzeran Dadgeha Leşkerî biryar da û diyar kir ku şerê li dijî DAÎŞ’ê ku ji aliyê Swîsreyê ve weke rêxistina terorê tê ditîn, birûmet e û biryara berdana Cosar da.

‘BÊDENG NEDIMAM’

Johan Cosar piştre daxuyaniyek da çapemeniyê û got; “Şerê li dijî DAÎŞ’ê ji bo min gelek girîng e. Gelê min bermaberî metirsya komkujiyê bû û bêdengiya min a li dijî vêya jî ew ê ne rast bûya”